Hewlêr (Rûdaw) - Li 9 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di operasyonên li dijî sextekariyê û xumara neyasayî de 123 kes hatin desteserkirin.
Tîmên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li 9 bajaran operasyon pêk anîn.
Operasyon li bajarên Enqere, Mêrsîn, Nevşehîr, Tekirdag û Trabzonê yên Tirkiyeyê û bajarên Erzirom, Dîlok, Colemêrg û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin.
Qumara neyasayî û xapandina xelkê
Gumanbarên ku hatine desteserkirin bi tawanên xumara neyasayî û sextekariyê tên tohmetbarkirin.
Wan gumanbaran xumara neyasayî daye lîstin û bûne navbeynkarên veguhastina pereyên xumarê.
Her wiha wan bi rêya medyaya civakî welatî xapandine û agahiyên kesane yên welatiyan bi awayekî neyasayî bi dest xistine.
34 milyar û 760 milyon lîre
Saziya Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) li ser hesabên bankeyan ên gumanbaran lêkolîn kir.
Di encama lêkolînan de derket holê ku di hesabên wan de bi qasî 34 milyar û 760 milyon lîreyî (nêzîkî 700 milyon dolar) liv û tevgera pereyan çêbûye.
Kar û barên îfadeya gumanbaran didomin.
Tê çaverêkirin ku gumanbar piştî temambûna îfadeyên xwe ji bo dadgehê werin şandin.
.jpg&w=3840&q=75)
