Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Îraq û Sûriyeyê berdewam dike û diyar kir ku eger ewlehiya herêmî, ewlehiya sînoran û şert û merc bigihîjin asta pêwîst, dê rewşa baregeh û leşkeran ji nû ve were nirxandin.
Guler her wiha destnîşan kir ku ew dixwazin ku di navbera wan û Îraqê de hevkariyên nû çêbibin.
Yaşar Guler derbarê paşeroja hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng dan.
Guler ji ajansa nûçeyan a Fransî AFPê re axivî û got ku eger ji aliyê ewlehiya herêmî û ewlehiya sînoran ve şert û mercên pêwîst pêk werin, dê rewşa herêmên baregehan û hebûna leşkerî ji nû ve were nîqaşkirin.
Guler, ji bo hevdîtinên fermî çûbû Qeterê û di rojeva wî de xurtkirina hevkariya pîşesaziya parastinê ya di navbera Tirkiye, Qeter, Pakistan û Endonezyayê de jî hebû.
Guler anî ziman ku Tirkiye di warê ewlehiyê de li gel birêvebiriya nû ya Sûriyeyê koordînasyoneke nêzîk dimeşîne û destnîşan kir ku leşkerên Tirk bi armanca xurtkirina şiyana artêşa Sûriyeyê û misogerkirina ewlehiya sînorên Tirkiyeyê erkdar in.
Hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê
Guler diyar kir ku ne rast e hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê tenê li ser hejmara leşkeran were nirxandin û destnîşan kir ku şiyana hêzê û bicihbûna baregehan li gorî asta metirsiyê, ewlehiya sînoran û bipêşketinên herêmî tê pêk tê û lê zêde kir:
“Dema ku ji aliyê ewlehiya herêmî û ewlehiya sînoran ve şert û mercên pêwîst pêk werin, dê rewşa herêmên baregehên me û hebûna me ya li herêmê ji nû ve were nîqaşkirin.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê her wiha behsa pêvajoya bi PKKyê jî kir û got, "Pêşveçûna pêvajoyê nayê wateya sistkirina tedbîrên ewlehiyê."
Guler da zanîn ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo Îraqê berdewam bike û eşkere kir ku di heyama pêş de dixwazin hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera her du welatan de bigihînin asteke bilindtir.
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)