Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî serkeftî û li gorî planê didome û got, “Divê ti kes nekeve nava dilgiranî û tirsê, her tişt di rêya xwe de diçe û ti pirsgirêk nînin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ji bo beşdarî Konferansa Serokên Parlamentoyên Ewropayê bibe li bajarê Romayê yê Îtalyayê ye.
Ew li wir beşdarî bernameyeke televîzyonê ya TRTyê bû.
Kurtulmuş pirsên li ser pêvajoya çareseriyê û mijarên di rojevê de bersivandin.
"Pêvajo bi îradeyeke siyasî ya xurt didome"
Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku tevî hinek derengketinên demkî jî arasteya pêvajoyê qet naguhere û got:
"Pêvajo bi îradeyeke siyasî ya xurt didome. Em dibînin ku Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî bi 467 dengên erê hatibû pejirandin.
Divê ti kes nekeve nava dilgiranî û tirsê. Her tişt wekî ku em li bendê bûn bi rê ve diçe. Piştgiriyeke mezin a miletê me jî heye."
Pêvajoya bêçekkirinê
Kurtulmuş bal kişand ser gavên çekdanîna PKKyê û ev agahî dan:
"Rêxistin êdî radestkirina çekan didomîne û pêvajoya bêçekkirinê bilez dike.
Yasa gelekî zelal e. Eger bi awayekî zelal neyê destnîşankirin û piştrastkirin ku rêxistinê bi temamî çek danîne, ev yasa nakeve meriyetê. Ev gelekî eşkere ye."
"Nabe ti kes zimanekî cudakar bi kar bîne"
Serokê Parlamentoyê bal kişand ser metirsiya provokasyonên ji bo têkdana pêvajoyê.
Wî hişyarî da ku divê zimanê siyasî bê guhertin û wiha axivî:
"Divê mirov li hemberî provokasyonan hişyar be. Nabe ti kes zimanê cudakar bi kar bîne.
Ew zimanê kevn ê cudakariyê êdî di nava siyasetê de bê qîmet e. Bi taybetî gelê Kurd ê li herêmê qet guh nade van gotinên cudakar."
Li gorî gotina wî rojeveke wiha ya gel nîne, ji ber vê yekê jî divê her kes ji bo bikarneanîna zimanê cudakar baldar be.
Peymana Mekkeyê
Numan Kurtulmuş qala Peymana Mekkeyê ya di navbera Siûdiye, Tirkiyeye û Pakistanê de jî kir.
Wî ragihand ku dema ev peyman biçe Parlamentoyê ew dê bêyî derengketin pêşkêşî Lijneya Giştî bikin.
Kurtulmuş tekez kir ku ev peyman ne li dijî ti welatê sêyemîn e û got:
"Ev peyman di nava sê welatan de gavek e ji bo parastinê. Qet nabe ku li herêmê bibe pêngavek ku şerê mezheban gur bike."



