Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di nîqaşên budceyê de bersiva wan kesên ku dibêjin "Kurdistan li kû ye?" da û got, "Li nexşeyan binêrin, di hemûyan de Kurdistan heye."
Di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de hevdîtinên li ser pêşnûmeya budceya sala 2027an a Wezareta Xezîne û Darayiyê berdewam dikin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di axaftina xwe de bal kişand ser cudahiya aborî ya di navbera herêman de û polîtîkayên dewletê yên li dijî bajarên Kurdan rexne kir.
"Ev nexşe bi polîtîkayên 100 salî hatine xêzkirin"
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bal kişand ser wan nîqaşên ku navê Kurdistanê înkar dikin û got:
"Hinek kesên ku xwe wekî xwediyê vî welatî dibînin dipirsin 'Kurdistan li kû ye?' Li nexşeyan binêrin, di hemûyan de Kurdistan heye.
Ev nexşe bi polîtîkayên 100 salî yên dewletê hatine xêzkirin. Daneyên saziyên fermî û lêkolîna sala 2025an a Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya li ser bipêşketina sosyo-aborî jî heman rastiyê nîşan didin.
Li 16 bajarên dawî binêrin ku piraniya şêniyên wan Kurd in, bêkarî û hejarî li wan deran gelekî kûr bûye."
Sayyîgîtê da zanîn ku lêçûna neçareserkirina Pirsgirêka Kurdan a li ser aboriya giştî ya Tirkiyeyê di navbera 2,5 û 4 trilyon dolarî de ye.
"Pêdiviya me bi budceya aştiyê heye"
Parlamentera Wanê banga çareserkirina demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan kir û got ku Tirkiye ji her demê bêhtir nêzîkî çareseriyê ye:
"Divê ji Colemêrgê heta Îzmîrê hemû 86 milyon welatî xwedî li vê derfetê derkevin. Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek diyar kir ku budceya şer dê bi rêjeya ji sedî 229an zêde bibe.
Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi budceya aştiyê heye, ne bi ya şer. Aştî tenê bi têkoşînê dikare bê avakirin."
Sayyîgîtê her wiha bal kişand ser newekheviya zayendî û destnîşan kir ku di Rapora Cudakariya Zayendî ya Cîhanî de Tirkiye di nav 148 welatan de di rêza 135an de ye û divê desthilat bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinan re rû bi rû bibe.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)