Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Afyonê ya Tirkiyeyê di êrişên bi çekê de 8 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku li gundê Ayaziniyê 3 kes û li gundê Kiyirê jî 3 kes bi çekan hatine kuştin.
Her wiha li gundê Yukaritandirê 2 jin bi birîndarî hatine dîtin.
Ew her du jinên birîndar tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê mirin.
Li aliyê din, tedawiya kesekî din ê ku bi giranî birîndar bûye berdewam dike.
Parêzgariya Afyonê li ser hesabên xwe yên torên civakî daxuyaniyek belav kir.
Parêzgariyê eşkere kir ku di êrişan de 8 kes mirine û kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de ragihand:
"Ji bo ronîkirina hemû aliyên bûyerê hemû saziyên pêwendîdar ên dewleta me di nava hevahengiyê de xebatên xwe didomînin.
Di bin koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Afyonê de pêvajoya edlî bi hûrgilî tê birêvebirin."
Serdozgeriya Komarê ya Afyonê jî ragihand ku êriş li navenda bajêr, navçeya Îhsaniyeyê û bajarokê Anitkayayê li gelek cihan rû dane.
Hat destnîşankirin ku alîkarekî serdozger û 3 dozgerên komarê ji bo lêpirsîna bûyerê hatine erkdarkirin.
Birêvebiriya Perwerdeyê ya Afyonê da zanîn ku du ji kesên mirî mamoste ne.
Hat diyarkirin ku mamosteyên bi navên Ayşe Sena Demîr û Hîlal Mete yên ku li Dibistana Navîn a Yukaritandirê dixebitîn di vê bûyerê de mirine.
Êrişkar li Eskîşehîrê hat desteserkirin
Hêzên ewlehiyê di encama lêkolînan de nasnameya êrişkar eşkere kir û wêneyê wî ji yekîneyên polîs û cendirmeyan re şand.
Hat tesbîtkirin ku êrişkar Arîf Sefa Ozdemîrê 30 salî ye.
Êrişkar piştî bûyerê bi otomobîleke sor ber bi Kutahyayê ve reviyabû.
Ji bo girtina wî li parêzgehên Kutahya, Eskîşehîr û Afyonê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.
Otomobîla ku êrişkar dizîbû li çoltera navçeya Seyîtgaziyê ya Eskîşehîrê di nav heriyê de asê hat dîtin.
Hat zanîn ku êrişkar wesayît li wir hiştiye û reviyaye.
Hêzên ewlehiyê ragihand ku êrişkar Arîf Sefa Ozdemîr li Eskîşehîrê hatiye desteserkirin.


.jpg&w=3840&q=75)