Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku civak û partiyên siyasî li benda damezirandina Komîsyona Çavdêriyê ya Parlamentoyê ne ku di yasaya çarçoveyê de cih digire û got, "Pêwîst e ev xebat êdî bên temamkirin."
Ayşegul Doganê li navenda giştî ya DEM Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û rojeva Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê nirxandin.
Doganê bal kişand ser rola Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û diyar kir:
"Çaverêkirina me ew e ku hefteya bê Serokê Parlamentoyê Birêz Kurtulmuş hevdîtinên pêwîst ên bi partiyên siyasî re temam bike û pişt re salnameya xebatên damezirandinê bilez bike.
Pêşniyarên demokratîkbûnê yên di rapora hevpar a Komîsyona Parlamentoyê de divê bibin pêşnûmeyên berbiçav ên yasayî. Ji desthilatê heta mixalefetê divê li ser vê mijarê lihevkirinek pêk were."
"4ê Çiriya Paşîn derbeyeke siyasî bû"
Berdevka DEM Partiyê bi bîr xist ku 10 sal di ser desteserkirin û girtina parlamenterên HDPyê û Hevserokên Giştî yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê re derbas bûne û got:
"Îro aliyekî me hemûyan di girtîgehê de ye, li sirgûnê ye û di korîdorên dadgehan de ye. Gelo ev neheqî dê kengî bi dawî bibe?
4ê Çiriya Paşîn a 2016an di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de xaleke şikestinê bû ku vîna gel û siyaseta demokratîk kiribû hedef.
Ji ber vê yekê em vê wekî derbeyeke siyasî dinirxînin. Dosyayên wan du sal in li dadgeha îstînafê tên ragirtin û biryareke teqez a mehkûmiyetê tune.
Êdî siyasetmedar, nivîskar û rojnamegerên ku nabe kêliyekê jî di zindanê de bin berdin. Heta ev bêhiqûqî ji holê ranebe demokratîkbûneke rastîn ne pêkan e."
"Pêwîst e her kes qalikê xwe bişikîne"
Ayşegul Doganê bersiv da wan nîqaşên ku dibêjin "pêvajo ketiye qeyranê an sekiniye" û anî zimên ku DEM Partiyê ji destpêkê ve li dijî derengketinan pêşniyarên xwe pêşkêş kirine:
"Ji bo ku girîngiya dîrokî ya pêvajoyê û derfetên aştiyê neyên tarîkirin me bang li beşên cuda yên civakê kir.
Niha em di qonaxeke gelekî krîtîk re derbas dibin. Pêdivî bi wê yekê heye ku xebat nebin mijara polemîkên siyasî.
Divê her kes qalikê xwe bişikîne û dev ji qalibên jiberkirî berde. Desteya Aştî û Siyasîbûnê di serî de, divê hemû desteyên pêwendîdar bi awayekî çalak bixebitin.
Hemû nediyariyên yasaya çarçoveyê bên rakirin, vegera li welêt dest pê bike û beşdariya di jiyana siyasî û demokratîk de bê misogerkirin."
"Divê rojnameger karibin biçin Îmraliyê"
Berdevka DEM Partiyê cihê nû yê xebatê yê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê jî nirxand:
"Em derbasbûna Birêz Ocalan a ji bo cihê nû yê xebatê erênî dibînin lê ev gaveke derengketî û sînordar e.
Hûn hewl didin mijareke ew qas girîng çareser bikin û hûn yek ji mixetabên sereke ne lê hûn li girtîgeha giravê ne û heta hevdîtineke we ya rûtîn jî nîne.
Ev rewşeke nakok e. Ji ber vê yekê divê di rojên pêş de rojnameger karibin serdana Birêz Ocalan bikin.
Jixwe desteyên ku yasaya çarçoveyê pêk tîne derfetekê ji bo vê ava dikin. Ev gav çi qas bilez be, meşa me ya di pêvajoyê de dê ew qas bilez be."

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
