Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku ew hewl didin bi Tirkiyeyê re peymanekê îmze bikin.
Li gorî vê peymanê, dê şirketên Tirkiyeyê projeya Rêya Bipêşketinê fînans bikin û bi cih bînin.
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Husên Ehmed ji Rûdawê re got:
"Projeya Rêya Bipêşketinê di qonaxa dawî ya dîzaynê de ye. Proje dê xeta hesinî ya Îraqê bi pêş bixe, parêzgehan bi hev ve girê bide û rêwî û kel û pelan veguhêze.
Armanca sereke ya projeyê ew e ku kel û pelan ji Bendera Fawê veguhêze Tirkiyeyê û ji wir jî bibe Ewropayê, her wiha berevajî wê jî.
Niha xebat tê kirin da ku bi Tirkiyeyê re peymanek were îmzekirin û proje ji aliyê şirketên Tirkiyeyê ve were bicihkirin."
Li hemberî kar petrol
Rûdawê zanî ku yek ji pêşniyarên di reşnivîsa peymanê de ew e ku Îraq li hemberî bicihanîna projeyên Rêya Bipêşketinê petrolê bide şirketên Tirkiyeyê.
Qonaxa yekem a projeyê
Husên Ehmed da zanîn ku projeyeke din jî heye ku wekî qonaxa yekem a Rêya Bipêşketinê tê hesibandin û wiha pê de çû:
"Ev proje xebatê li ser nûjenkirin û bipêşxistina xeta hesinî dike ku ji Bexdayê diçe Besra û Um Qesrê, her wiha ji Bexdayê diçe Mûsilê.
Di heman demê de ev xet dê bi Bendera Fawê û herêma Pêşabûrê ya li ser sînorê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) ve were girêdan."
Hûrgiliyên mesref û dema projeyê
Dirêjahiya projeya Rêya Bipêşketinê hezar û 200 kîlometre ye.
Proje ji xeta veguhastina kel û pelan, rêwiyan, rêya hesinî û otobanê pêk tê.
Ev rê ji Bendera Fawê ya li Besrayê dest pê dike û heta Tirkiyeyê diçe.
Mesrefê projeyê 17 milyar dolar e.
Ji vî pereyî 10,5 milyar dolar ji bo trêna elektrîkî ya bipêşketî û 6,5 milyar dolar jî ji bo avakirina binesaziya xeta hesinî hatiye veqetandin.
Tê çaverêkirin ku qonaxa yekem a projeyê sala 2028an û qonaxa dawî jî sala 2050î bi dawî bibe.



