Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê ragihand ku dibe ku meha Çiriya Pêşîn di pêvajoya çareseriyê de gavên şênber bên avêtin.
Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan di hevpeyvîneke Ajansa Mezopotamyayê (MA) de li ser qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê û rola Abdullah Ocalan axivî.
Pervîn Buldanê da zanîn ku di hevdîtina wan a dawî de Abdullah Ocalan tekez kiriye ku ji bo bipêşketina pêvajoyê divê her kes berpirsyariyê bigire ser milên xwe û got:
"Birêz Ocalan diyar kir ku ev yek dê derbasbûna me ya ji bo qonaxa aştiya erênî dabîn bike.
Ango em dê derbasî qonaxeke wisa bibin ku êdî ne li ser beşa çekdarî, li ser beşa siyasî ya vê pirsgirêka sed salî gotûbêj bên kirin û gav bên avêtin."
"Daxwaza çekdanînê wekî mercekî pêşwext neyê dîtin"
Pervîn Buldanê destnîşan kir ku “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş heta niha roleke erênî daye pêvajoyê” û pê de çû:
"Em dizanin ku mijara danîna çekan yek ji mijarên bingehîn ên pêvajoyê ye û em hestyariya di vî warî de fêm dikin lê em bawer dikin ku ev rewş tenê bi gavên dualî dikare were çareserkirin.
Ya girîng ew e ku nêzîkbûnên bi vî rengî wekî mercekî pêşwext neyên dîtin, wekî beşek ji wan gavan bên dîtin ku mil bi mil û bi hev re dimeşin."
Endama Heyeta Îmraliyê eşkere kir ku Abdullah Ocalan dê hem di pêvajoya bêçekbûnê de hem jî di pêvajoya avakirina siyasî û demokratîk de rola koordînatoriyê bigire ser milên xwe û got:
"Ji bo vê yekê, dabînkirina hevahengiya desteyê ji aliyê Ocalan ve, hevdîtina wî ya bi beşên cuda yên civakê re û afirandina şert û mercên azad ên xebat û pêwendiyê pêwîstiyeke neçarî ye.
Deste dê bibe bingeha sereke ya bipêşketina pêvajoyê.
Ev deste dê hem pêvajoya bêçekbûnê bi rê ve bibe hem jî di qada siyasîbûnê de roleke çalak bilîze."
Buldanê her wiha anî zimên:
"Di vê qonaxê de her gaveke di warê bêçekbûnê de bê avêtin dê qada siyasî berfireh bike û her garantiya di qada siyasî de jî dê baweriyê bide bêçekbûnê.
Pêwîst e meha Çiriya Pêşîn ev hevdîtin dest pê bikin û bi garantiyên hiqûqî berdewamiya wan bê misogerkirin.
Di rojên pêş de em dikarin bibin şahidê bipêşketinên şênber."



