Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku ew li bendê ne di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) ya 26ê Çiriya Paşîn de biryara teyîd û tesbîtê derkeve û got:
"Bi vê biryarê re divê yasa jî bi lez bikeve meriyetê."
Alîkara Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku ew pêvajoya aştî û civaka demokratîk ne ji bo yek kesî an partiyekê lê ji bo berjewendiya 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê dimeşînin.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser rojevê axivî.
Koçyîgîtê da zanîn ku wan projeyasayekê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye da ku ew kesên ku heyama xizmetê temam kiriye lê ji ber mercê temen nikarin bibin malnişîn, mafê malnişîniyê bi dest bixin û xwest ku ev rêzikname di demeke zû de bê qebûlkirin.
Koçyîgîtê bi bîr xist ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku dê di mûçeyên malnişîniyê de bipêşketin çêbibe û pirsên wekî "Mûçeya herî kêm dê çend be? Mûçeyên bingehîn dê ji nû ve bên hesibandin? Newekheviya di navbera malnişînên ku heman pereyê dane de were çareserkirin?" araste kirin.
Koçyîgîtê got, "Hewce ye ku mûçeya herî kêm bigihêje asteke ku mirov bikaribe tê de bi awayekî mirovane bijî. Divê rêjeyên mûçeyan ji nû ve bên sazkirin"
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku rêziknameyek bê çêkirin ku mafê malnişîniyê yê jinan biparêze.
Derbarê komîteya şopandinê de
Li ser pirsa rojnamegerekî ya ku "Komîteya şopandinê ya li Parlamentoyê di çarçoveya Yasaya Piştgiriya Neteweyî û Bihêzkirina Yekîtiya Civakî de dê kengî bê avakirin?", Koçyîgîtê hevdîtina xwe ya bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re bi bîr xist.
Koçyîgîtê wiha got:
"Dîrokeke misoger tune ye. Di serdanê de û di daxuyaniya xwe de jî dîrokeke misoger diyar nekir lê em li bendê ne ku komîteya şopandinê heta meha kanûna pêşîn bê avakirin.
Tê çaverêkirin ku piştî ku ava bibe dê rêbazên xebatê, rêzikname û rêzenivîsa xebata xwe diyar bike û em li bendê ne ku di demeke kurt de dest bi xebatên xwe bike."
Koçyiğitê li ser pirsa ku di nava vê salê de biryar ji Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) derdikeve an na, diyar kir ku MGK dê 26ê Çiriya Paşîn bicive.
Koçyîgîtê got, "Bendewariya me ew e ku ji vê Civîna MGKyê biryara teyîd û tesbîtê derkeve. Bi vê biryarê re bendewariya me ew e ku Yasaya ku bi piştgiriyeke xurt derketiye jî bikeve meriyetê. Pêwîst e ku bêyî biderengxistineke zêde bi lez bikeve meriyetê."
"Em vê pêvajoyê ji bo 86 milyonî dimeşînin"
Li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel a ku gotibû ew dê tevlî komîteya şopandinê nebin, Koçyîgîtê ev tişt anîn ziman:
"Em difikirin ku di vê pêvajoyê de divê her kes bibe alî, her kes destê xwe deyne bin kevirekî û her kes li aliyê rast ê dîrokê bisekine, her wiha ji bo aştî û çareseriyê tevkariyê bike.
Di vî warî de em vê pêvajoyê ne li ser navê yek kesî, partiyekê an komekê dimeşînin. Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji bo berjewendiya 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê dimeşînin û em dê bidomînin jî."



