Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Di civînê de nêrînên li ser rêkxistinên yasayî û desteya çavdêriyê hatin gotubêjkirin.
Tê plankirin ku ev rêkxistin û deste di heyama nû ya yasadananê de werin avakirin.
DEM Partiyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê diyar kir ku heyetê nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêşî Kurtulmuş kirine.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de ev agahî hatin dayîn:
“Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Di civînê de li ser rêkxistinên yasayî yên piştî yasaya çarçoveyê û desteya çavdêriyê îstîşare hatin kirin. Heyeta me nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.”
Hevdîtina li Îmraliyê
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê 13ê Îlonê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiribû.
Heyet ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk dihat.
Piştî hevdîtinê peyamên Ocalan ji raya giştî re hatibûn eşkerekirin.
Peyamên wî li ser pêvajo, çareseriya demokratîk û aştiya mayînde bûn.
Ocalan bal kişandibû ser girîngiya gavên pratîk û destbikarkirina desteyan.
Wî xwestibû ev gavên dualî piştî derxistina yasayê werin avêtin.
Her wiha wî diyar kiribû ku rêkxistinên hiqûqî û siyasî ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêwîst in.
Silavên Bahçelî ji bo Ocalan
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî 1ê Çiriya Pêşîn bi endamên Heyeta Îmraliyê re sohbet kiribû.
Sohbeta Bahçelî, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di resepsiyona sala nû ya yasadananê de çêbûbû.
Pervîn Buldanê ji wî re gotibû ku ew herî dawî 13ê Îlonê çûne Îmraliyê.
Piştî vê yekê Bahçelî jî gotibû, “Maşallah. Hûn dê silavên min bibêjin, nabe?”
Pervîn Buldanê paşê ji Rûdawê re daxuyanî dabû.
Wê eşkere kiribû ku silavên Bahçelî rasterast ji bo Abdullah Ocalan hatine şandin.



