Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew silava Serokê MHPyê Devlet Bahçelî rasterast ji bo Abdullah Ocalan bû.
Roja pêncşemê di resepsiyona vekirina Sala 5emîn a Yasadanînê ya Gera 28emîn a Parlamentoya Tirkiyeyê de Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî bi endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re hevdîtineke kurt pêk anîbû.
Di dema axaftinê de Devlet Bahçelî ji endamên heyetê pirsî, "Gelo serdanên we çêdibin, hûn diçin û tên?"
Pervîn Buldanê jî di bersivê de diyar kir ku serdana wan a herî dawî 13ê Îlonê pêk hatiye û piştî ku mehek temam bibe ew dê careke din biçin Girava Îmraliyê.
Li ser vê bersivê, Bahçelî berê xwe da Buldanê û got:
"Maşallah. Hûn dê silavên min lê bikin ne wisa?"
Ev mijar di demeke kurt de di nav medyaya Tirkiyeyê de bû rojev.
Ji ber ku Bahçelî navê kesê ku silav jê re şandiye bi lêv nekir, di hinek nûçeyan de hat îdiakirin ku Devlet Bahçelî ew silav ji Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş re şandiye.
Endama Heyeta Îmraliyê û Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervîn Buldanê îro di pêwendiyeke telefonî de ji Rûdawê re piştrast kir ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ew silav ji Abdullah Ocalan re şandiye û got, “Ew silava ku Birêz Bahçelî şandiye rasterast ji bo Birêz Ocalan bû.”


