Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ku derdora 5 milyon Kurd lê dijîn, bi sed hezaran ciwanên Kurd hene ku li vî bajarî ji dayîk bûne û mezin bûne.
Hinek ji wan heta niha qet neçûne bajarên dê û bavên xwe û ew êdî wekî "Kurdên Stenbolê" tên pênasekirin.
Li gorî lêkolîn û çavdêriyan, ji ber nebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî û serdestiya zimanê Tirkî, li Stenbolê di nav xort û ciwanên Kurd de rêjeya axaftina bi Kurdî her ku diçe kêmtir dibe.
Li gel hemû astengiyan jî bi pêvajoya nû ya çareseriyê re li Stenbolê eleqeya ciwanan a ji bo zimanê Kurdî zêde dibe.
Li aliyê din, li bajêr dîmenekî xemgîn jî heye. Navê zarok û ciwanan bi Kurdî ye lê axaftina wan bi Tirkî ye.
Piraniya ciwanên ku bi Kurdî nizanin dibêjin, “Ez Kurdî fêm dikim lê nikarim biaxivim.”
Malbatên ku li malê bi Kurdî diaxivin
Kadîr Usluyê 21 salî ji navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ye lê hemû jiyana wî li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê derbas bûye.
Kadîr li kargehekê dixebite û derçûyê dibistana navîn e.
Kadîr Uslu li ser jiyana xwe û axaftina xwe ya bi Kurdî got:
“Em li Stenbolê mezin bûn lê me dev ji Kurdiya xwe berneda.
Elhemdila em Kurd in. Em li nav mala xwe bi Kurdî diaxivin lê mixabin ez xwendin û nivîsandina bi Kurdî nizanim.”
Dogan Yalçinkayayê 19 salî jî ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye.
Ew ev 15 sal in bi malbata xwe re li taxa Hecî Ehmedê ya navçeya Beyogluyê dijî.
Dogan li kafeyekê dixebite û bi Kurdî dizane.
Dogan Yalçinkaya diyar kir:
“Ev 15 sal in em li Stenbolê ne, yanî ez li vî bajarî mezin bûme.
Em li nav malê bi Kurdî diaxivin lê li derve ji ber dan û standinê em bi Tirkî diaxivin.”
“Nav Kurdî ye lê axaftin bi Tirkî ye”
Li Stenbolê li wan taxên ku piranî Kurd lê dijîn, zimanê nav malê Kurdî ye û çand û ziman tên parastin lê dema ku zimanê nav malê tenê Tirkî be, zarok û ciwan bi zimanê xwe mezin nabin û heta peyvekê jî bi Kurdî fêr nabin.
Zinar Bîçenê 35 salî ji Êlihê ye lê li Stenbolê ji dayîk bûye û li wir mezin bûye.
Ji ber ku malbata wî pê re bi Kurdî neaxiviye, ew jî fêrî Kurdî nebûye.
Zinar Bîçen wiha behsa rewşa xwe kir:
“Navê min Zinar e. Ez bi eslê xwe ji Êlihê me lê li Stenbolê ji dayîk bûme.
Hemû jiyana min li Beyogluyê derbas bû. Ez bi Kurdî nizanim lê fêm dikim.
Ji ber kar û barên jiyanê ez fêr nebûm. Jixwe li malê jî zêde nedihat axaftin.
Ez 35 salî me lê heta niha qet neçûme Êlihê.
Ya rast ez hewl didim ku êdî xwe fêrî Kurdî bikim.”
“Ez dixwazim vegerim ser koka xwe”
Mîran Oztaburê 22 salî jî bi eslê xwe ji Kurdên Kirşehîra Anatolyaya Navîn e.
Mîran li Stenbolê bi zimanê Tirkî mezin bûye û zêde bi Kurdî nizane lê ew jî dixwaze vegere ser zimanê xwe û fêrî Kurdî bibe.
Mîran Oztabur li ser daxwaza xwe ya fêrbûna zimanê Kurdî got:
“Bavê min ji ber ku li malê kêm bi Kurdî diaxivî û ji ber ku ez li Stenbolê bi Tirkî mezin bûm, ez fêrî Kurdî nebûm.
Lê di vê demê de ez dixwazim vegerim ser koka xwe.
Ez dixwazim Kurdî hîn bibim lê ji bo vê hewldan û xebateke zêde lazim e.”


