Hewlêr (Rûdaw) - Civîna duyemîn a Desteya Koordînasyona Yekbûn û Hevgirtina Neteweyî bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz bi dawî bû.
Derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mijarên wekî pêkanîna komîsyonên jêrîn, peywir û qadên desthilata wan û koordînasyona di navbera saziyan de hatin gotûbêjkirin û biryar li ser wan hatin dayîn."
Kî beşdarî civînê bû?
Civîna Desteya Koordînasyona Yekbûn û Hevgirtina Neteweyî li Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê pêk hat.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çiftçî, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê Hakki Susmaz, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiya Neteweyî Okay Memîş beşdarî civînê bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Di civîna desteyê de, berpirsyariya dîrokî ya ku desteyê di çarçoveya pêvajoya tê meşandin de girtiye ser xwe careke din hat destnîşankirin.
Her wiha girîngiya vê yekê ya ji bo aramiya miletê me û xurtkirina yekbûna me ya civakî hat bilêvkirin."
Biryara komîsyonên jêrîn
Di daxuyaniya nivîskî de hat eşkerekirin ku civîna duyemîn a Desteya Koordînasyona Yekbûn û Hevgirtina Neteweyî ê ya ku di çarçoveya Qanûna Hejmar 7595an de hatiye avakirin pêk hatiye û ev agahî hatin dayîn:
"Di çarçoveya Qanûna Hejmar 7595an de rewşa heyî hat nirxandin. Çalakiyên ku ji bo bicihanîna qanûnê tên meşandin û yên ku tê plankirin di demên pêş de werin kirin bi awayekî berfireh hatin gotûbêjkirin.
Nirxandineke giştî li ser rewşê hat kirin. Mijarên wekî pêkanîna komîsyonên jêrîn, peywir û qadên desthilata wan û koordînasyona di navbera saziyan de hatin gotûbêjkirin û biryar li ser hatin dayîn.
Ev komîsyonên jêrîn di bin banê desteyê de hatine avakirin û bi armanca birêvebirina pêvajoyê bi awayekî çalak, bilez û koordînekirî hatine peywirdarkirin.
Deste dê bi hişmendiya vî erk û berpirsyariya dîrokî kar û xebatên xwe bidomîne.
Dê ev xebat li gorî ruhê qanûnê û biryardariya dewleta me bi hestiyarî û bi koordînasyoneke temam werin meşandin."



