Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye rûbirûyî yek ji dosyeyên herî mezin ên gendeliya darayî bûye ku bi navê "Lêpirsîna Fonê" tê naskirin.
Dosyeyê Tirkiye hejandiye û tê de hejmareke zêde ya bazirganan, birêvebirên şirketan û siyasetmedaran, di nav wan de Alîkarê berê yê Serokê Banka Navendî û alîkareke serokê AK Partiyê cih digirin.
Heta niha zêdetirî 50 kesî hatine girtin, dest danîne ser mal û milkên bi dehan milyon dolarî û dosye bûye sedema îstifakirina yek ji kesayetên herî diyar ên partiya desthilatdar.
Fona veberhênanê amûreke darayî ye ku tê de pereyê ji hejmareke zêde ya veberhêneran hatiye komkirin bi awayekî pîşeyî tê birêvebirin û di pişkên şirketan, boneyan (bond), kanzayên biqîmet û amûrên cuda yên bazara sermayeyê de veberhênan pê tê kirin.
Li gorî pênaseya Desteya Bazara Sermayeyê (SPK), veberhêner bi kirîna pişka beşdariyê dibe şirîkê beşeke portfoya fonê.
Wekî mînakeke sade, veberhêner li şûna ku pereyê xwe di pişk, bond an jî amûrên din ên veberhênanê de bi awayekî takekesî bixe dewrê, dikare pişka beşdariyê ji foneke veberhênanê bikire.
Portfoya fonê jî li gorî stratejiya diyarkirî ya veberhênanê ji aliyê birêvebirên pîşeyî û pisporan ve tê birêvebirin.
Çîroka Lêpirsîna Fonê çi ye?
Dosye ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin û lêpirsîneke li ser sextekarî û manîpulasyona berfireh a bazara sermayeyê (borsayê) ye.
Roja 20ê Îlonê dosye bi îflasa bi sedan veberhênerên biçûk û navîn ên li Borsaya Stenbolê derket holê.
Li gorî lêpirsînan, hejmarek şirket û fonên veberhênanê bi rêya dan û standinên gumanbar bi awayekî neyasayî nirxê pişkên hinek şirketan bilind kiriye û bi vê yekê qezenceke xeyalî bi dest xistiye.
Tê gumankirin ku birêvebirên hinek ji van fonan, pereyê veberhêneran ji bo destwerdana bazarê û bidestxistina qezenca neyasayî ji bo xwe û kesên nêzîkî xwe bi kar aniye.
Di vê çarçoveyê de, pêwendiya navbera şirket û fonan, tevgera veberhêneran, dan û standinên kirîn û firotinê û amarên darayî hatine kontrolkirin.
Serdozgeriya Komarê ji bo eşkerekirina liv û tevgera pere û veberhêneran a di fonan de, ji Saziya Tomarkirina Navendî (MKK) xwest ku tomaran bi hûrgilî bişîne.
Qebareya dosyeyê û kesên navdar ên têkildar
Lêpirsînê 7 şirketên mezin ên veberhênanê li xwe girtine ku di nav wan de şirketên wekî "Tera Portfoy" û "Pusula Portfoy" jî hene.
Bi dehan kesayetên naskirî hatine girtin, ji wan:
· Erkan Kîlîmcî, Alîkarê berê yê Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê
· Emre Tezmen, Serokê Desteya Birêvebiriyê ya Şirketa Tera Yatirim Holdîngê
· Emre Alkîn, Endamê Desteya Birêvebiriyê ya Tera Yatirim Holdîngê
· Kerem Alkîn, Endamê Desteya Tera Yatirim Holdîngê
· Emîr Munîr Sarpener, Birêvebirê Giştî yê Tera Yatirim Holdîngê
· Bulent Uygun, Endamê Desteya Tera Yatirim Holdîngê
· Abdulkadîr Ozkan, Endamê Desteya Tera Yatirim Holdîngê
· Mehmet Yariz, Serokê Desteya Birêvebiriyê ya Pusula Portfoyê
· Serdar Turhan, Alîkarê Serokê Desteya Birêvebiriyê ya Pusula Portfoyê
· Namik Kemal Gokalp, Endamê Desteya Birêvebiriyê ya Pusula Portfoyê
· Altunç Kumova, Endamê Desteya Birêvebiriyê ya Pusula Portfoyê
· Nîhat Kirmizi, Serokê Desteya Birêvebiriyê ya Doga Sîgortayê
· Îbrahîm Bekçî, Endamê Desteya Birêvebiriyê ya Doga Sîgortayê
· Erdîn Ozel, Serokê Desteya Birêvebiriyê ya Tera Portfoyê
· Alper Ozturk, Birêvebirê Giştî yê Tera Portfoyê
· Ozdemîr Atasever, Serokê Desteya Birêvebiriyê ya Şirketa Ozata Denîzcîlîkê
Her wiha ji bo veberhênerên naskirî yên wekî Furkan Baki, Murat Keçecî, Ramazan Erbey, Îlhan Aygul, Salîh Can Bulbul, Selçuk Kahya, Ugur Akkafa, Samet Çetînel, Celal Yariz, Îsmaîl Ege, Mehmet Yildirim, Lutfî Çetînel, Berkan Gulen û Mehmet Erbey biryara girtinê hatiye dayîn.
Destdanîna ser mal û milkên giranbiha
Di çarçoveya lêpirsînê de, dest danîn ser mal û milkên gumanbaran.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku mal û milkên 46 sazî û 42 kesan hatine cemidandin.
Di nav wan mal û milkên ku yên herî berbiçav ev in:
· Du balafirên taybet û keştiyeke gerê ya giranbiha ku nirxê wan nêzîkî 55 milyon dolarî tê texmînkirin û yên xwediyê şirketa Pusulayê bûn.
· 5 otomobîlên gelekî giranbiha yên ji markayên McLaren, Bentley, Rolls-Royce, Maybach û Audi ku nirxê wan zêdetirî 4 milyon dolarî ye.
Li ser tomarên fonên 7 şirketan lêkolîn tê kirin
Li gorî nivîseke 22yê Îlonê, serdozgeriyê ji MKKyê xwest ku tomarên bi hûrgilî yên veberhêner û dan û standinên fonan bişîne.
Ev lêkolîn tomarên fonên girêdayî şirketên Pusula Finans, Tera Yatirim, Hedef Portfoy, Bulls Yatirim, A1 Kapital, Atlas Yatirim û Pardus Yatirimê li xwe digire.
Serdozgeriyê bi taybetî xwest ku amarên kirîn û firotinê yên veberhêneran ji roja destpêkê heta hilweşandina wan werin şandin.
Her wiha hat xwestin ku kontrol ji bo agahî, hejmar û balansa wan veberhêneran bê kirin ku mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê ji fonan vekişiyane.
Biryara SPKê ya li ser 7 şirketên portfoyê
Desteya Bazara Sermayeyê (SPK) jî 17ê Îlonê ji bo parastina berjewendiyên veberhêneran çend biryarên girîng dan.
Biryar hat dayîn ku dan û standina bi pişkên beşdariyê yên wan fonan bê rawestandin ku ji aliyê 7 şirketên birêvebirina portfoyê ve hatine avakirin (wek Tera Portfoy, Pusula Portfoy, Hedef Portfoy, Atlas Portfoy, A1 Portfoy, Pardus Portfoy û Bulls Portfoy) û li TEFASê dan û standin pê tê kirin.
Her wiha biryara hilweşandina hinek fonan jî hat dayîn.
Hejmara girtiyan derket 51 kesan
Bi girtina 4 gumanbarên din re hejmara girtiyan derket 51 kesan.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku di navbera 1ê Tîrmehê û 16ê Îlonê de vekişandina pereyan ji fonan hatiye kontrolkirin û mal û milkên 46 saziyên hiqûqî, 18 fon û 42 kesan hatine cemidandin.
Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ji bo 51 gumanbaran biryara qedexeya derketina derve hatiye dayîn û ji bo rêlibergirtina veguhastin û firotina mal û milkan, nivîs ji hemû saziyên pêwendîdar re hatiye şandin.
Îstifakirina berpirsa bilind a AK Partiyê
Dosyeyê aliyekî siyasî yê germ wergirt dema ku 26ê Îlonê Berdevkê Partiya NÛ Zeynel Emre eşkere kir ku Alîkara Serokê AK Partiyê û Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya û hevjînê wê Îlyas Kaya di vê sextekariyê de cih girtiye.
Zeynel Emre ragihand ku Fatma Betul Sayan Kaya û hevjînê wê, 8ê Nîsanê bi kirîna 250 hezar pişkan a li şirketa Ozata Denîzcîlîkê bi nirxê 1,3 milyon dolarî dest bi dan û standinê kiriye û 16ê Îlonê bi awayekî gumanbar pişkên xwe firotine.
Emre da zanîn ku wan di nava 5 mehan de pişkên xwe bi 9 qat qezenc firotine û 1,3 milyon dolarê xwe derxistiye zêdetirî 27,5 milyon dolarî.
Piştî belavbûna van agahiyan, Fatma Betul Sayan Kayayê ragihand ku wê ji hemû postên xwe yên di nava AK Partiyê de îstifa kiriye û sedema wê jî bi "selametiya pêvajoya lêpirsînê" ve girê da.
Nîqaşên li ser siyasetmedarên din
Alîkarê Serokê Koma Partiya NÛ Gokhan Gunaydin li ser hesabê xwe yê Xê îdia kir ku pişka Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim û endamê serkirdayetiya AK Partiyê Şadî Yazici jî di şirketa Ozata Denîzcîlîkê de heye.
Serokê Partiya NÛ Ozgur Ozel jî bangî Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û xwest ku dest deynin ser mal û milkên Fatma Betul Sayan Kayayê û ew were darizandin.
Ozgur Ozel hişyarî da desthilatê û got:
"Ez tenê 24 demjimêran didim we. Berpirsên din ên AK Partiyê û hikûmetê eşkere bikin, nexwe ez dê yek bi yek navên wan eşkere bikim."
Lêpirsîna li ser dosyeya fonê berdewam dike û tê çaverêkirin ku di rojên pêş de agahiyên nû yên li ser qebareya vê sextekariyê werin parvekirin.



