Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum, ji bo hilbijartinên 2028an 16ê Nîsanê nîşan da û got ku dê Recep Tayyîp Erdogan cara dawî bibe namzed.
Uçum diyar kir, ji bo ku ji aliyê hiqûqî ve namzediya Erdogan a ji nû ve pêkan be, divê Parlamentoya Tirkiyeyê biryara nûkirina hilbijartinan bide.
Uçum, li ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de û mafê serlêdanê yê Selahattîn Demîrtaş jî daxuyanî dan.
Şêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum bi mazûvaniya Federasyona Çapemeniyê ya Tirkiyeyê bi rojnamegeran re civiya.
Di civînê de dema hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên 2028an, namzediya ji nû ve ya Recep Tayyîp Erdogan, pêvajoya çareseriyê, rola Abdullah Ocalan û rewşa hiqûqî ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş hatin rojevê.
Uçum destnîşan kir ku hilbijartinên 2028an dikarin 16ê Nîsanê bên kirin û diyar kir ku namzediya Erdogan ji aliyê siyasî ve zelal bûye.
Wî anî zimên ku bingeha hiqûqî ya namzediya ji nû ve jî dikare bi biryara nûkirina hilbijartinan a ji aliyê Parlamentoyê ve bê avakirin.
Ji bo hilbijartinê 16ê Nîsanê destnîşan kir
Uçum diyar kir ku ew pêşbînî dike hilbijartinên 2028an 16ê Nîsanê bên kirin.
Wî da zanîn ku ev dîrok xwedî wateyeke sembolîk e, ji ber ku roja ku guherîna destûra bingehîn a ku di sala 2017an de derbasbûna Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê pêk anîbû, pêşkêşî dengdana gel hatibû kirin.
Uçum got, “Ez pêşbînî dikim ku hilbijartin 16ê Nîsana 2028an bên kirin.
Ev dîrok dîroka referanduma derbasbûna sîstema serokkomariyê ye.
Wateyeke wê ya sembolîk heye. Birêz Recep Tayyîp Erdogan dê cara dawî bibe namzed.”
Uçum di nirxandinên xwe yên berê de jî 16ê Nîsanê anîbû rojevê.
Uçumê ku li gorî salnameya asayî ya hilbijartinê 7ê Gulana 2028an destnîşan kiribû, vebijêrka 16ê Nîsanê li şûna “hilbijartina pêşwext” wekî “hilbijartina ku hatiye bipêşxistin” pênase kiribû.
“Namzediya siyasî ya Erdogan teqez bûye”
Uçum diyar kir ku namzedê serokkomariyê yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan e û daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên di vî warî de bi bîr xistin.
Uçum bal kişand ser daxuyaniyên partiyên din ên ku piştgiriyê didin Hevpeymaniya Cumhurê û destnîşan kir ku namzediya Erdogan a siyasî teqez bûye.
Uçum diyar kir ku divê bingeha hiqûqî ya namzediyê bê avakirin û anî zimên ku ev yek di çarçoveya Destûra Bingehîn a heyî de pêkan e.
Ji bo namzediyê formula Parlamentoyê
Rêya hiqûqî ya ku Uçum destnîşan dike, dispêre hukmê nûkirina hilbijartinan ê di madeya 116an a Destûra Bingehîn de.
Li gorî Destûra Bingehîn, Parlamentoya Tirkiyeyê dikare bi sê ji pêncan a piraniya hejmara giştî ya endaman biryara nûkirina hilbijartinan bide.
Li Parlamentoya ku ji 600 endaman pêk tê, ji bo vê biryarê herî kêm dengê 360 parlamenteran pêwîst e.
Madeya 116an a Destûra Bingehîn, di serdema duyem a Serokkomar de eger Parlamento biryara nûkirina hilbijartinan bide, rê dide ku ew careke din bibe namzed.
Uçum, namzediya ku dê di vê çarçoveyê de bê kirin wekî “namzediyeke îstîsnayî” pênase kir.
Ji bo Parlamentoyê meha Sibatê nîşan da
Uçum diyar kir ku ji bo hilbijartin 16ê Nîsana 2028an bên kirin, divê Parlamentoya Tirkiyeyê biryara nûkirina hilbijartinan di meha Sibata 2028an de bide.
Wî di nirxandinên xwe yên berê de jî anîbû zimên ku eger Parlamento di navbera 9-15ê Sibata 2028an de biryarê bide, dibe ku salnameya hilbijartinê rastî 16ê Nîsanê were.
Uçum bi bîr xist ku mixalefet îdia dike ku dê Serokkomar Erdogan di hilbijartinan de têk bibe û got, ew difikire ku ji ber vê sedemê partiyên siyasî dê li dijî biryareke nûkirina hilbijartinan a li Parlamentoyê dernekevin.
“Ez ji bo sala 2027an hilbijartinê pêşbînî nakim”
Uçum, li ser nîqaşên ku dibe di sala 2027an de hilbijartineke pêşwext bê kirin jî nirxandin kirin.
Uçum diyar kir ku ew di sala 2027an de hilbijartinê pêşbînî nake û destnîşan kir ku kirina hilbijartinan a di sala 2028an de ji aliyê aborî ve guncavtir e.
Uçum got, “Ez difikirim ku çûyîna hilbijartinê bi budceya 2028an, ne bi budceya 2027an, rewşeke ku dê bê tercîhkirin e.”
Dê di komîteya bêçekkirinê de wezîfe bidin Ocalan
Mehmet Uçum li ser rola Abdullah Ocalan a di mekanîzmayên nû yên ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatine avakirin de jî daxuyanî dan.
Uçum got ku dê di Komîsyona Jêrîn a Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk de ku yek ji çar komîteyên jêrîn ên di bin banê Desteya Koordînasyona Hevgirtin û Biyekbûnê ya Neteweyî de hatiye avakirin e, wezîfe bidin Ocalan.
Şêwirmendê Erdogan tekez kir ku ev peywirdarkirin nayê wê wateyê ku dê di statuya hiqûqî ya Ocalan de guherînek bê kirin an jî ew dê serbest bê berdan.
Uçum diyar kir ku qada xebatê ya ku li Îmraliyê hatiye avakirin yekeyeke girêdayî girtîgehê ye û anî zimên ku armanca pêwendiyên bi Ocalan re ew e ku pêvajoya tesfiyekirin û bêçekkirina PKKyê bê temamkirin.
Uçum bal kişand ser sedema ku Ocalan di pêvajoyê de mixetab tê girtin û destnîşan kir ku ji bo rêxistin çekan deyne û pêvajoya fesixkirinê bê bi dawî bibe, pêwîst e wezîfe bidinê.
Uçum diyar kir ku nabe şert û mercên ku hatine dabînkirin wekî "îmtiyazekê" bên nirxandin û got, ev "dabînkirina wê jîngehê ye ku wezîfe pêwîst dibîne" ye.
Uçum destnîşan kir ku ji aliyê hiqûqî ve pêkan e ku bi mehkûmekî re ji bo tesfiyekirina rêxistinê diyalog bê meşandin û anî zimên ku di pêvajoyên derasayî de rêbazên derasayî dikarin bên bikaranîn.
Berê di nûçeyên ku dispartin çavkaniyên AK Partiyê de hatibû diyarkirin ku nayê plankirin ku yekser endametiya komîteya fermî yan jî statuyekê bidin Ocalan lê ew dê di dema pêwîst de bikaribe tevkariyê li xebatên Komîsyona Jêrîn a Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk bike.
Daxuyaniya dawî ya Uçum jî bi rêya wezîfedarkirina Ocalan a di komîteyê de, roleke rasteqîntir pênase kir.
"Li ber serlêdana Demîrtaş ti astengî nîne"
Uçum, bersiva wê pirsê jî da ku ka gelo dê Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ê ku ji Çiriya Paşîn a 2016an ve di girtîgehê de ye, bikaribe ji sererastkirina yasayî ya nû sûdê wergire an na.
Uçum diyar kir ku li pêşiya serlêdana Demîrtaş ti astengiya hiqûqî nîne û got ku serlêdan dê bixweber encama berdanê bi xwe re neyîne û divê ji aliyê dadgeha pêwendîdar ve bê nirxandin.
Uçum destnîşan kir ku di nirxandinê de dê lê binêrin ka dosyeya Demîrtaş ji aliyê kes, rêxistin û sûcdariyan ve dikeve ber çarçoveya yasayê an na û ev gotin bi kar anîn:
“Gelo ji aliyê kes ve, ji aliyê rêxistinê ve dosye dikeve ber çarçoveyê; dê ev yek bê nirxandin. Dadgeha pêwendîdar dê biryarê bide.”


