Hewlêr (Rûdaw)
- Di doza êrişa li ser
Serokê Giştî yê berê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal de hat xwestin
ku ji bo girtina Mahmut Yildirimê bi bernavkê "Yeşîl" nivîs ji
saziyên pêwendîdar re were şandin.
Rûniştina doza
Mahmut Yildirimê bi bernavkê "Yeşîl" ê ku bi tohmeta "handana/teşwîqkirin"
êrişa çekdarî ya 12ê Gulana 1998an a li ser Akin Bîrdal tê darizandin, li
Dadgeha 8an a Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin.
Ozturk Turkdoganê
parêzerê Akin Bîrdal beşdarî rûniştinê bû.
Di rûniştinê de
hat xwestin ku ji bo girtina Mahmut Yildirim ê ku hîn jî "winda" ye
ji saziyên pêwendîdar re nivîs were şandin.
Heyeta dadgehê
rûniştina dozê taloqî 16ê Sibata 2027an kir.
Bîrdal bi
giranî birîndar bûbû
Akin Bîrdal 12ê
Gulana 1998an li navenda giştî ya ÎHDyê ya li Enqereyê di encama êrişeke bi
çekan de bi giranî birîndar bûbû.
Li ser Mahmut
Yildirimê bi bernavkê "Yeşîl" ê ku tê diyarkirin bûyer plan û
organîze kiriye bi salan doz nehatibû vekirin.
Hatibû gotin ku
êriş ji aliyê çawîşê pispor Cengîz Erseverê ji tîma Yeşîl ve hatiye
organîzekirin.
Piştî 16 salan
doz hatibû vekirin
Serdozgeriya
Komarê ya Enqereyê piştî 16 salan li ser “Yeşîl” doz vekiribû.
Ji bo Yildirim 20
sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Tê gotin ku Mahmut
Yildirim ê ku wekî "kontrgerîla" jî tê binavkirin di encama
"hesabpirsîna navxweyî" de hatiye kuştin lê carinan jî tê gotin ku ew
hîn sax e.
Salên 90î ji
aliyên “hêzên tarî” yên dewletê li Bakurê Kurdistanê bi hezaran Kurdên sivîl hatin
kuştin û heta niha jî kujerên wan nehatine eşkerekirin û darizandin.
“Yeşîl” wê demê
di nav JÎTEMê de bû û tê gotin ku destê wî di gelek kuştinan de heye.
Tirkên
nijadperest carinan ji bo hêrskirina Kurdan wêne û posterên wî derdixin pêş.



