Stenbol
(Rûdaw) - Li Lîseya
Anadoluyê ya Sezaî Karakoçê ya li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê nîqaşa di
navbera xwendekaran de veguherî pevçûna bi kêran û du xwendekar birîndar bûn.
Divê were gotin ku
ev du roj in li ser hev li dibistanên Stenbolê êriş û pevçûn diqewimin.
Xwendekarê bi
navê A.Ç. yê 15 salî bi kêrê êrişî du hevalên xwe yên polê kir û ew birîndar
kirin.
Piştî bûyerê
tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê û xwendekarê êrişkar ji
aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Li gorî agahiyên
destpêkê, rewşa xwendekarekî birîndar baş e lê dermankirina yê din li
nexweşxaneyê berdewam dike.
Li ser bûyerê dest
bi lêpirsîneke edlî û îdarî hatiye kirin.
Tirs ketiye dilê
malbatan
Êrişên li
dibistanan di nav xelkê û malbatên xwendekaran de rê li ber tirs û fikareke
mezin vekiriye.
Zibeydaya dayîka
xwendekarekê ji Rûdawê re got:
"Ev du sal
in keça min li vê lîseyê dixwîne. Xelkê got êrişî lîseyê kirine. Heta em hatin
zarokên me derketibûn.
Em niha careke
din hatin dibistanê ji ber ku çenteyê keça min li vir mabû. Em gelekî ditirsin.
Min ji mamosteyan re jî got, 'Gelo em ê zarokên xwe çawa bişînin
dibistanê?'"
“Werin bikevin
dikanê”
Esnafekî li
nêzîkî dibistanê jî behsa wan kêliyan kir û anî zimên:
"Berî ku
biçin dibistanê zarok hatibûn dikana min. Piştî 10 xulekan min dît ku 10-15
xwendekarên keç direvin, digirîn û dibêjin 'Bi kêrê dide pey me'. Min jî got ez
li vir im, werin bikevin dikanê."
“Zarok tablet
û telefonê digirin destên xwe û diçin dinyayeke din”
Bavê xwendekarekî
din ê lîseyê jî diyar kir ku zaroka wî bi tirs telefonî wî kiriye û got:
"Keça min
piştî bûyerê telefonî min kir û digiriya. Ez jî yekser hatim vir. Helbet em jî
bi endîşe û fikar in.
Êdî em bi zarokên
xwe nikarin. Zarok tablet û telefonê digirin destên xwe û diçin dinyayeke din.
Mesele diqede yanî."
Du rojan du
êrişên li dibistanan
Beriya vê bûyerê
bi rojekê, 6ê Çiriya Pêşîn jî li dibistaneke navîn a li navçeya Başakşehîrê ya
Stenbolê bûyereke bi heman rengî qewimîbû.
Li wir
xwendekareke 15 salî bi kêrê 8 xwendekar birîndar kiribûn û xwendekareke 10
salî miribû.
Sala 2026an li
Tirkiyeyê êrişên li ser dibistanan zêde bûne.
Êrişa herî bixwîn
15ê Nîsana îsal li parêzgeha Mereşê li Dibistana Navîn a Ayşe Çalikê rû dabû.
Di wê êrişa bi
çekê de êrişkar jî di nav de 10 kes miribûn.



