Hewlêr (Rûdaw) - Li Lîseya Anadoluyê ya Sezaî Karakoçê ya li Esenyurta Stenbolê, nîqaşa di navbera xwendekaran de veguherî şerê bi kêran û 2 xwendekar birîndar bûn.
Xwendekarekî du hevalên xwe yên polê bi kêrê birîndar kirin û tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxaneyê.
Xwendekarê ku êriş pêk anî hat desteserkirin.
Li Lîseya Anadoluyê ya Sezîi Karakoçê ji ber sedemên ku hîn nayên zanîn, di navbera xwendekaran de nîqaş derket.
Pişt re nîqaş veguherî şer û xwendekarekî du hevalên xwe yên polê bi kêrê birîndar kirin.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn dibistanê û ew demildest ew birin nexweşxaneyê.
Xwendekarê ku êriş pêk anî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Li ser bûyerê dest lêpirsîneke dadî û îdarî hat kirin.
Daxuyaniya ji aliyê Qeymeqamê Navçeyê
Piştî bûyerê Qeymeqamê Esenyurtê Fatîh Çobanoglu dibistan kontrol kir û daxuyaniyek da çapemeniyê.
Çobanoglu derbarê bûyerê got, "Yek ji xwendekarên me di polê de bi kêrê li du hevalên xwe yên polê daye. Tîmên me birîndar birin nexweşxaneyê. Dermankirina wan berdewam dike. Lêpirsînên dadî û îdarî didomin."
Fatîh Çobanoglu diyar kir ku rewşa xwendekarekî birîndar baş e û birînên wî sivik in lê xwendekarê din hîn jî tê dermankirin û wiha lê zêde kir:
"Em hêvî dikin ku xwendekarên me bi sax û silametî bi lez vegerin cem me."


