Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê bi minasebeta destpêkirina sala nû ya xwendinê daxuyaniyek da û got, “Divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin.”
Komîsyonê destnîşan kir ku divê li dibistanan aştî, demokrasî, welatîbûna wekhev û nirxên bihevrejiyanê werin hînkirin.
DEM Partiyê tekez kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn e.
Her wiha diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bi temamî werin rakirin.
Pergaleke navendî û yekperest
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan xwendekar di nava newekheviya civakî û aborî de diçin dibistanan.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de amaje bi pirçandî û pirzimaniya civakê kir û got:
"Li gel vê pirrengiya civakî, pergala perwerdeyê bi nêrîneke navendî, yekperest û hiyerarşîk tê kirin.
Divê perwerde rê bide kesên ku dipirsin, difikirin, hildiberînin û tevlî jiyana demokratîk dibin.”
"Nabe perwerde bibe amûra dewletê"
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê bal kişand ser pêwendiya xwendekar û mamosteyan û got:
“Nabe pêwendiya mamoste û xwendekaran li ser otorîteyê be. Divê ev pêwendî li ser fêrbûna dualî, piştgirî û azadiyê bê avakirin.
Nabe ku perwerde bibe amûreke dewletê ji bo afirandina 'welatiyê meqbûl'.
Divê li dibistanan aştî, demokrasî, welatîbûna wekhev û nirxên jiyana hevbeş werin vegotin.
Aştî nayê jiberkirin tê fikirîn, tê nîqaşkirin û bi hev re tê avakirin."
"Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa ye"
DEM Partiyê destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û demokratîk ê gelan e û wiha domand:
"Divê hemû astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî û zimanên din ên di qada perwerdeyê de werin rakirin.
Pêwîstî bi pergaleke pirreng a perwerdeyê heye ku nasname, çand û baweriyên cuda tê de bi awayekî wekhev hebin."
Şert û mercên mamosteyan
DEM Partiyê li ser mafên mamosteyan jî daxwazên xwe anîn zimên.
DEM Partiyê diyar kir ku divê mafên sendîkayî, ewlehiya kar û şert û mercên baş ên jiyanê ji bo mamosteyan werin dabînkirin.
Li gorî daxuyaniyê, divê mamoste bibin parçeyek ji polîtîkayên perwerdeyê.
Di dawiya daxuyaniyê de bangî birêvebiriyên herêmî û şaredariyan hat kirin.
Hat xwestin ku şaredarî di warê xwarina xwendekaran, veguhastin, çand, huner û perwerdeya beriya dibistanê de alîkar bin da ku barê malbatên hejar sivik bibe.



.webp&w=3840&q=75)