Hewlêr (Rûdaw) - "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya pêvajoya çekdanîna PKKyê 18ê Tebaxa 2026an li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.
Ji bo şopandin û çavdêriya pêvajoya çekdanînê bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, Komîteya Çavdêrî û Tesbîtkirinê hat damezirandin.
4 binkomîte hatin avakirin
Komîteya Çavdêrî û Tesbîtkirinê ya ku di çarçoveya vê yasayê de hatibû avakirin 24ê Tebaxa 2026an civîna xwe ya yekem saz kir.
Di vê civînê de biryar hat dayîn ku 4 binkomîte werin avakirin:
1- Binkomîteya Hevahengiya Karûbarên Edlî û Hiqûqî: Hevahengiya pêvajo û sererastkirinên yasayî dike.
2- Binkomîteya Şopandin û Tesbîtkirinê: Geşedanên li qadê dişopîne û pêvajoyê bi rê ve dibe.
3- Binkomîteya Entegrasyon û Yekbûna Civakî: Xebatên bihêzkirina yekbûna civakî dimeşîne.
4- Binkomîteya Çekdanîn û Hevahengiya Stratejîk: Pêngavên çekdanînê û hevahengiya stratejîk a di navbera saziyan de dişopîne.
Tê çaverêkirin ku vê mehê endamên van binkomîteyan werin destnîşankirin û rêbazên karkirina wan werin diyarkirin.
Tê çaverêkirin ku Ocalan jî cih bigire
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz pêvajoya çekdanîna PKKyê ji aliyê siyasî ve bi rê ve dibe.
Endamên her sê komîteyên destpêkê dê ji burokratên dewletê pêk werin.
Lê di Binkomîteya Çekdanîn û Hevahengiya Stratejîk de dê kesên sivîl û burokratên malnişîn ên ku pisporên herêmê ne jî cih bigirin.
Tê çaverêkirin ku Abdullah Ocalan jî di vê komîteyê de cih bigire.
Kar û barên vê komîteyê berevajî komîteyên din dê bi awayekî nihênî werin meşandin.
Azadkirina girtiyan dê kengî dest pê bike?
Tê pêşbînîkirin ku pêvajoya tesbîtkirin û piştrastkirina çekdanîna PKKyê heta destpêka sala 2027an bidome.
Piştî ku çekdanîn ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê û MÎTê ve hat piştrastkirin û bi biryara Komîteya Ewlehiya Neteweyî hat qebûlkirin, dê di Rojnameya Fermî de were weşandin.
Piştî vê qonaxê dê pêvajoya vegera gerîlayên PKKyê û azadkirina wan kesên ku bi hinceta “endamtiya PKKyê” ceza xwarine dest pê bike.
Şerta sereke çekdanîn e
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek 9ê Îlonê ragihand ku ji bo "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" were bicihanîn divê PKK bi temamî çekên xwe deyne.
Akin Gurlek diyar kir ku divê ev yek bi awayekî fermî were tesbîtkirin û piştrastkirin û got:
“Pêvajo hîn nehatiye bicihanîn. Di çarçoveya pêvajoyê de 4 binkomîte hatin avakirin
Ji bo ku yasa were bicihanîn divê rêxistin bi temamî çekan deyne û ev yek were tesbîtkirin û piştrastkirin.
Pêvajo ji aliyê Wezareta Parastinê û MÎTê ve tê şopandin.”
Wezîr Gurlek anî zimên ku Wezareta Dadê ji bo bicihanîna yasayê amadekariyên îdarî û teknîkî kir.
Gurlek destnîşan kir ku şerta bingehîn a xala yekemîn a yasayê ew e ku rêxistin çekan deyne û bi hemû hêmanên xwe hilweşe.


