Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek destnîşan kir ku dibe ku termê Gulistan Dokuyê bi rêbazên kîmyewî hatibe tunekirin.
Akin Gurlek li Wezareta Dadê ya Enqereyê bi nûçegihanên dadweriyê yên ku li dadgehên Stenbolê dixebitin re civînek li dar xist.
Gurlek di vê civînê de lêkolîn û dozên heyî nirxandin û bersiv da pirsên nûçegihanan.
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku 5ê Kanûna Paşîn a 2020î li Dêrsimê “winda” bûbû û paşê derketibû holê ku hatiye kuştin.
Di çarçoveya doza Gulistan Dokuyê de Parêzgarê Dêrsimê ya wê demê Tuncay Sonel, hevjîna wî, kurê wî û gelek rayedarên dewletê hatibûn girtin.
Wezîr Gurlek bal kişand ser girîngiya dîtina termê Gulistanê û got:
"Ji bo me yek ji mijarên herî girîng dîtina bermayiyên termê Gulistanê ye. Hevalên me bi hestyariyeke taybet li ser vê mijarê dixebitin.
Hinek daxuyaniyên di dosyeya dozê de nîşan didin, dibe ku cihê term çend caran hatibe guhertin. Daxuyanî hene ku ew di dawiyê de birine cihekî li ser Rêya Pêrtagê.
Her wiha îhtimala ku term bi madeyên kîmyewî bi temamî hatibe tunekirin jî tê nirxandin."
Gurlek di axaftina xwe de qala dozên kujernediyar (failî mechûl) û dosyeyên ku piştî gelek salan ji nû ve hatine vekirin jî kir.
"40 doz hatin çareserkirin"
Wezîr Gurlek bal kişand ser wê yekê ku dozên kujernediyar ji nû ve tên lêkolînkirin û ji bo nirxandina potansiyela di nava van dosyeyan de bi serdozgeriyên komarê re hevdîtin tên kirin û got:
"Me bi rêya xebatên vê beşa ku di nava Wezareta Dadê de hatiye avakirin (Beşa Lêkolîna Tawanên Kujernediyar), encamên hêja bi dest xistin.
Çar meh di ser damezirandina vê beşê re derbas bûne û 40 dozên ku bi 46 qurbaniyan re pêwendîdar bûn, hatin çareserkirin."
Gurlek destnîşan kir ku van hewldanan di nava raya giştî de dengvedaneke mezin çêkiriye û wiha got:
"Eşkere ye ku tiştek heta hetayê di tariyê de namîne û dad dê zû yan dereng pêk tê.
Dibe ku di wê demê de delîl bi têra xwe nehatibin komkirin an jî bûyer bi temamî nehatibin ronîkirin.
Lê belê em dibînin ku gava bi biryardarî kar were kirin û hemû çavkanî werin bikaranîn, piştî salan jî encam dikarin bên bidestxistin. Ev yek baweriya bi dadê ve zêde dike."
Tiştên nû yên doza Gulistan Dokuyê
Gurlek behsa guherînên di doza Gulistan Dokuyê de kir û da zanîn ku bipêşveçûneke girîng çêbûye lê hîn zû ye ku mirov bibêje lêkolîn bi dawî bûye.
Gurlek ragihand ku îfadeya Umut Altaşê reviyayî di dawiyê de hatiye wergirtin û got:
"Yek ji mijarên herî girîng, dîtina bermayiyên termê Gulistanê ye.
Hevalên me bi hestyariyeke taybet li ser vê mijarê dixebitin. Hinek îfadeyên di dosyeyê de nîşan didin, dibe ku cihê bermayiyên term çend caran hatibe guhertin.
Îfadeyên wiha hene ku nîşan didin ew cara dawî birine cihekî li ser Rêya Pêrtagê.
Her wiha em îhtimala ku bermayiyên term bi rêbazên madeyên kîmyewî ve hatibin tunekirin jî dinirxînin.
Hin îfade di vî warî de derketine holê lê belê armanca me ya sereke bê guman bidestxistina bermayiyên term e.
Ev yek ji bo me pir girîng e, bi kêmanî ji bo ku malbata wê karibe li ser gora zaroka xwe diayan bike."
Gurlek bal kişand ser wê yekê ku Serdozgeriya Komarê li ser vê dosyeyê xebateke cidî dimeşîne û diyar kir ku hinek karmendên dewletê yên berê erkên xwe bi awayekî şaş bi kar anîne.
Wî da zanîn ku angaşt û encamên ku nîşan didin “wan hewl daye rê li ber lêkolînê bigirin an jî delîlan tune bikin” jî tên lêkolînkirin.
"Ne girîng e ku ew kes parêzgar be"
Wezîr Gurlek diyar kir ku di vekolîna tawanan de nasnameya gumanbaran ne girîng e û got:
"Ne girîng e ku ew kes parêzgar be yan jî xwediyê meqamekê be.
Eger derbarê tawanekê gumaneke şênber hebe, dozgeriya pêwendîdar bêyî ku li bernavkê wî kesî binêre tedbirên yasayî yên hewcedar distîne.
Her ku lêpirsîn bi pêş ve diçe, dibe ku agahiyên nû derkevin holê. Pêvajo niha ji aliyê serdozgeriyên komarê yên Erzirom û Dêrsimê ve tên birêvebirin."
Gurlek bal kişand ser wê yekê ku doza Gulistan Dokuyê bûye sedema hestyariyeke mezin a raya giştî û wiha lê zêde kir:
"Tawan an kuştin di pêşerojeke dûr de hatibin kirin jî ti carî veşartî namînin."
Lêkolîna li ser mirina Rojîn Kabaîşê
Rojîn Kabaîş sala 2024an li Wanê winda bûbû û pişt re cenazeyê wê li berava Gola Wanê hatibû dîtin û guman hene ku ew jî hatibe kuştin.
Gurlek li ser lêkolîna mirina Rojîn Kabaîşê ragihand ku hîn jî derbarê telefona wê ya mobîl nediyariyên çaresernebûyî hene.
Gurlek diyar kir ku analîzên DNAyê hatine kirin û lêkolînên teknîk ên li ser telefonê berdewam dikin û got:
"Lê belê heta niha daneyên berbiçav ên ku me ber bi encameke rasterast û diyar ve bibin nehatine bidestxistin.
Aliyên cuda yên dozê hene ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya pêwendîdar ve tên nirxandin lê di vê qonaxê de encameke zelal tune ku bi raya giştî re were parvekirin."



.webp&w=3840&q=75)