Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Serokê Tîma Amedsporê û karsaz Narîn Nadirovayê bi Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat re hevdîtinek kir.
Nadirova meha hezîranê ji bo birêvebiriya Amedsporê hatibû hilbijartin û erkê Alîkara Serok a Berpirsiyara Pêwendiyên Derve, Bipêşketina Navneteweyî û Pêwendiyên Giştî girtibû ser xwe.
Vê parvekirina Nadirovayê ya derbarê hevdîtina bi Omer Bolat re li ser medyaya civakî bala gelek kesan kişand.
"Me hevdîtineke pir hêja pêk anî"
Nadirovayê wêneyê hevdîtinê bi van gotinên Kurdî parve kir:
"Îro me bi Wezîrê Bazirganiyê birêz Prof. Dr. Omer Bolat re hevdîtineke pir hêja kir.
Birêz Bolat, tevî ku dostekî me yê malbatê ye; xweyê zanîn û feraseteke kûr, nefsbiçûk, dilsoz, qedirşînas, dilsozê peywira xwe û girêdayî dîsîplîneke kûr e jî.
Ji bo mazûvaniya wî ya nazik û sohbeta bi qedir û qîmet, ez ji dil û can spasiya wî dikim..."
Hêjayî gotinê ye ku Narîn Nadirova vê hefteyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî civiyabû.


.webp&w=3840&q=75)
