Edîrne (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli piştî 7 salan ji Girtîgeha Edirneyê hat berdan.
Mizrakli li ber deriyê girtîgehê ji aliyê birêvebirên DEM Partiyê, parlamenter û girseyeke mezin ve bi çepik, kulîlk û tilîliyên dayîkan hat pêşwazîkirin.
"Divê ev pêvajo bi lez bimeşe"
Selçuk Mizrakli li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyeke kurt da û bal kişand ser pêvajoya siyasî ya heyî.
Mizrakli diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke gelekî krîtîk re derbas dibe û got:
"Li Tirkiyeyê niha pêvajoyeke krîtîk heye. Divê ev pêvajo bi baldarî, bi hesasiyet û bi lez were meşandin.
Heke ez îro li vir li ber vî deriyî bim, yê ku esas diviyabû beriya min li vir bûya evîndarê vî gelî Selahattîn Demîrtaş bû.
Ez dixwazim di demeke gelekî nêzîk de careke din bêm ber vê girtîgehê da ku Serokê me Selahattîn derxim."
Serdana gora Sirri Sureyya Onder
Selçuk Mizrakli piştî berdana xwe ji Edirneyê derbasî Stenbolê bû.
Ji ber ku bi derengî ji girtîgehê derket, wî nekarî rasterast serdana nivîskar û lêkoler Îsmaîl Beşîkçî bike lê bi rêya telefonê bi dîmen pê re hevdîtinek kir û rewşa wî ya tenduristiyê pirsî.
Mizrakli her wiha li Stenbolê çû ser gora Sirri Sureyya Onder û silavên Selahattîn Demîrtaş gihandinê.
Li Amedê pêşwaziyeke germ
Mizrakli piştî hevdîtinên li Stenbolê bi balafirê vegeriya Amedê ku piştî hilbijartinan 4 mehan hevşaredariya wê kiribû û piştre qeyûm li şûna wî hatibû danîn.
Li Balafirgeha bajêr, hezkiriyên wî û xelkê Amedê bi dirûşma "Bijî Berxwedana Zindanan", bi tilîliyên dayîkan û bi coşeke mezin Mizrakli pêşwazî kir.
Banga berdana girtiyên siyasî
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren li ser berdana Mizrakli axivî û bal kişand ser girtiyên din:
"Îro îradeya gelê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli hat berdan lê Demîrtaş û hevalên me yên din hîn jî girtî ne.
Pêwîst e êdî yasaya pêvajoyê bikeve meriyetê û hemû girtiyên me yên siyasî bên berdan."
Dayika Aştiyê Melîke Kartal jî anî zimên, "Divê êdî Demîrtaş û hemû hevalên wî bên berdan. Pêvajoyek heye lê diyar e pir giran dimeşe."
Nivîskar Seyfedînê Welekorî jî got, "Tevî vê pêvajoyê jî eyb e ku parlamenter, hevşaredar û serokên me di girtîgehan de bin. Êdî divê dewlet vê yekê ji holê rake."
Selçuk Mizrakli piştî ku cezayê xwe yê 7 salan temam kir serbest hat berdan lê hevalê wî yê girtîgehê, Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ev 10 sal in di heman girtîgehê de girtî ye.
Tê çaverêkirin ku piştî ketina meriyetê ya "yasaya pêvajoyê", deriyê girtîgehan vebe û di serî de Selahattîn Demîrtaş gelek girtiyên siyasî bên berdan.

.webp&w=3840&q=75)

