Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli piştî ku hat berdan li ber deriyê girtîgehê got, "Yê ku diviyabû li ber vî deriyî bûya Demîrtaş bû."
Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli piştî nêzîkî 7 salan ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê hat berdan.
Selçuk Mizrakli li ber girtîgehê daxuyaniyek da.
Mizrakli diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke krîtîk re derbas dibe. Wî destnîşan kir ku divê pêvajoya aştiyê bi baldarî, bi lez û bi awayekî şefaf bi rê ve biçe.
Mizrakli da zanîn ku di xala krîtîk a pêvajoyê de ew înîsyatîv heye ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve li Îmraliyê hatiye destpêkirin.
Mizrakli destpêkê spasiya wan siyasetmedar, xizm û hevalên xwe kir ku ji bo pêşwazîkirina wî hatibûn ber girtîgehê û got:
"Hemû heval, parlamenter û xizmên ku hatine, bi wateya xwe ya temam jiyaneke birayane, demokratîk û azad e.
Prensîba bingehîn û îdeala bingehîn a ku em hemû li vir kom kirin ev e."
Wî her wiha behsa hevalên xwe yên di girtîgehê de jî kir.
"Me derketina serbilind ji xwe re kir prensîba jiyanê"
Mizrakli anî zimên ku bi dehan hevalên wan ên di girtîgehê de hêz daye wan û wiha axivî:
"Ez, em, ew bi dehan hevrêyên me yên ku niha li paş di girtîgehê ne, me bi we re hêvî dît. Me hêz dît.
Wê enerjiyê berxwedana me qat bi qat zêde kir û kir rewşeke mîsoger. Me bi we re ew hêz girt.
Tevî wan cezayên derqanûnî, bi kumpas û bêhiqûqî yên ku li me hatin birîn jî em li ser pêyan man.
Me derketina serbilind ji xwe re kir prensîba jiyanê."
Mizrakli da zanîn ku wî di girtîgehê de ji ciwanên 17-18 salî heta kesên 80 salî heman îrade dîtiye.
Wî diyar kir ku ev yek têgihiştineke jiyanê ye ku wî ji nifşên beriya xwe girtiye.
"Ji bo Tirkiyeyê em hatin xaleke krîtîk"
Mizrakli destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxeke girîng de ye û divê pêvajo li hemberî îhtîmalên provokasyonan bi baldarî bi rê ve biçe û got:
"Ji bo Tirkiyeyê jî em hatin xaleke cudabûnê ya bingehîn. Pêvajoyeke krîtîk heye.
Divê ev pêvajoya krîtîk bi baldarî, bi hesasiyet û bi lez were meşandin.
Divê îhtîmala her cûre provokasyonên ji derve jî li ber çavan were girtin."
Mizrakli serdema piştî 2015an wekî serdemekê nirxand ku tê de "bêhiqûqî" diyarker e û axaftina xwe wiha domand:
"Dibêjin mirov tiştê ku winda kiriye li cihê ku lê winda kiriye digere. Ez nakevim nav muhasebeya 100 salên borî.
Diyarkera herî bingehîn a piştî sala 2015an bêhiqûqî ye. Derketina derveyî hiqûqê ye."
"Divê demokrasî ji jêr heta jorê bê hûnandin"
Mizrakli bi bîr xist ku salên 1995-1996an di serdema kuştinên kiryarên wan nediyar, serdegirtinên gundan, kuştinên li kolanan û şkenceyan de, Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel gotibû 'Her dewlet derdikeve derveyî hiqûqê lê ev qas jî nabe.'
Mizrakli da zanîn ku serdema piştî 2015an serdemek e ku bêhiqûqî gihîştiye xala herî jor.
Mizrakli diyar kir ku vê pêvajoyê sazî û nirxên demokrasiya ku jixwe li Tirkiyeyê qels e lawaz kiriye.
Mizrakli ragihand ku di serdema pêş de divê demokrasî ji jêr heta jorê were avakirin û got:
"Em êdî ketine pêvajoya ku demokrasî gav bi gav, ji jêr heta jorê, ango ji cihan heta Enqereyê, heta hemû navendan bê hûnandin. Demokrasî mercê herî pêwîst e."
"Aştî ne tenê ew e ku em bibêjin doh em pevdiçûn îro em li hev dikin"
Mizrakli da zanîn ku Tirkiye qala pêvajoyeke aştiyê û seqayeke aştiyê dike.
Wî got ji bo aştiyeke mayînde divê rûbirûbûnek bi rabirdûyê re çêbibe û tiştên ku qewimîne di bîrdankê de bibin xwedî bersiv û got:
"Hevalno em li vir qala aştiyekê dikin. Em qal pêvajoyeke aştiyê, seqayeke aştiyê dikin.
Seqaya aştiyê ne ew e ku em bibêjin madem doh em pevdiçûn, îro jî em li hev dikin."
Mizrakli tekez kir ku divê aştî di dil û mejiyê mirovan û di bîrdanka civakî de cihê xwe bigire.
"Di xala krîtîk a pêvajoyê de înîsyatîva Ocalan heye"
Mizrakli di vê beşa axaftina xwe de bal kişand ser wê pêvajoya ku li Îmraliyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha anî zimên:
"Di xala krîtîk a vê yekê de bi taybetî li Îmraliyê ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm. Bîsmîllaha wê hatiye dayîn. Piştî wê, bi wê danezana civaka demokratîk û aştiyê re mîna ku ayeta yekem a Qurana Pîroz, ango Fatiha hatiye xwendin."
Mizrakli diyar kir ku du wateyên Fatihayê hene, yek ji bo pêşerojê û yek jî ji bo paşerojê ye. Wî wiha li pey çû:
"Fatiha du cure ye. Yek ber bi pêşerojê ve ye. Xwendina Fatihayekê ye ji bo xerabiyên pêşerojê.
Yek jî îşaret bi serdemeke nû, vebûneke nû dike. Ev Fatiha jî ew Fatiha ye. Serdemeke nû ye."
"Divê vegerin hiqûqê û korîdora tirsê ya civakê bê kêmkirin"
Mizrakli pêdiviyên bingehîn ên serdema nû jî wekî vegera li hiqûqê, demokratîkbûn, kêmkirina tirs û fikaran a di nava civakê de û xurtkirina hesta baweriyê rêz kirin.
Mizrakli tekez kir ku di vê xalê de mijara herî girîng şefafî ye.
Wî got divê hevdîtinên di çarçoveya pêvajoyê de bi awayekî eşkeretir bi raya giştî re werin parvekirin wiha domand:
"Li hinek cihan hinek hevdîtin tên kirin. Piştî wê em hinek tiştan dibihîzin.
Ez hîs dikim ku rewşa hestên di nava civakê de wisa ye. Niha divê em ji vê yekê derkevin.
Dema mirov derdikevin rêyekê, dixwazin wî adresê bibînin ku dê biçinê.
Li gorî wê adresê ew dê gavên xwe yên li ser wê rêyê plan bikin. Yan dê lez bikin yan jî dê hêdî bikin."
Mizrakli da zanîn ku civaka Tirkiyeyê jî dixwaze bibîne bê pêvajo bi ku ve diçe û got:
"Lewma em jî wekî siyaset, wekî civak, wekî gelên Tirkiyeyê dixwazin pêşiya xwe bibînin.
Ji bo ku em karibin pêşiya xwe bibînin jî divê pêvajo şefaf bibe û agahdarkirin bê zêdekirin."
"Yê ku diviyabû li ber vî deriyî bûya Demîrtaş bû"
Mizrakli qala Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê jî kir ku nêzîkî 7 salan lê ma.
Wî diyar kir girtîgeh bi taybetî bi Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş re bûye yek û wiha bi lêv kir:
"Navê vê ya li paş Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê ye. Dema em behsa vê adresê dikin, ew mîna ku pê re bûye yek ku em qet naxwazin bibe yek.
Yanî heke ez îro li vir li ber vî deriyî bim, yê ku esas diviyabû li vir bûya, beriya min evîndarê vî gelî, Selahattîn Demîrtaşê delal bû."
Mizrakli diyar kir ku ew ji vegereke li girtîgehê natirse û armanca wî ew e ku hevalên xwe yên li hundir û Demîrtaş derxîne derve û got:
"Heke ez îro li ber vî deriyî bim, ez dixwazim di demeke gelekî nêzîk de careke din bêm vir. Ez ji ketina hundir natirsim.
Ez dixwazim bêm vir ne ji bo ku ez bikevim hundir lê ji bo ku ez hevrêyên me yên li wir, Serokê me Selahattîn derxînim."
Peyama Demîrtaş: "Çi dibe bila bibe demokrasî, çi dibe bila bibe aştî"
Rojnamegeran pirsa peyama ku Demîrtaş ji wî re şandiye kir.
Mizrakli li ser vê yekê da zanîn ku wan di girtîgehê de piştgiriya hev dikir û wiha anî zimên:
"Me pişta xwe dida hev, me dilê xwe ji hev re vedikir. Lê ji her tiştî zêdetir me serê xwe li ser pirsa 'Cîhaneke baştir, Tirkiyeyeke baştir, jiyaneke azadtir, civakeke demokratîktir dê çawa bibe, divê çawa bibe?' diêşand."
Mizrakli peyama Demîrtaş jî bi van gotinan veguhest:
"Çi dibe bila bibe demokrasî, çi dibe bila bibe aştî, çi dibe bila bibe çareserî."
"Bila rojên ku hûn tê de bi azadî hevpeyvînan bikin werin"
Mizrakli di dawiya daxuyaniya xwe de bangî medyayê jî kir.
Wî xwest ku li Tirkiyeyê ne tenê ji bo Demîrtaş, di serî de ji bo Abdullah Ocalanê li Îmraliyê, bi kesên di girtîgehan de re bi azadî hevdîtin bên kirin.
"Ez bibêjim, êdî li Tirkiyeyê ne tenê ji bo Demîrtaş, Demîrtaş di serî de ye, Birêz Ocalan li Îmraliyê di serî de ye... hêviya min ew e ku rojên hûn bi hemûyan re li derve bi azadî, bêyî ti astengiyan ew, ez çi bibêjim, hevpeyvînan bikin werin.
Lê ez dibêjim ji kerema xwe hûn jî ji bo vê têkoşînê hêzê bidin, piştgiriyê bidin."
Mizrakli spasiya her kesên ku ji bo pêşwazîkirina wî li ber Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê amade bûn kir û daxuyaniya xwe bi dawî kir.
Wî got ew dê paşê careke din bi rojnamegeran re were ba hev û nirxandinên berfirehtir bike.


