Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Osmaniyeyê ya Tirkiyeyê Mamosteyê Ziman û Wêjeya Tirkî Mehmet Bilgili li hewşa dibistanê ji aliyê biraziyê xwe ve hat kuştin.
Bûyer li hewşa Lîseya Anatolyayê ya Farabiyê ya li gundê Çardakê yê Osmaniyeyê qewimî.
Li gorî agahiyan, Mehmet Bîlgîlî ji aliyê biraziyê xwe A.B. ve rastî êrişa çekdarî hatiye ku dijminatiya wan bi hev re hebû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Mehmet Bîlgîliyê ku bi giranî birîndar bûbû bi ambulansê rakir nexweşxaneyê.
Bijîşkan hewl da mamoste mamoste xilas bikin lê mir.
Gumanbar hat desteserkirin
A.Byê ku piştî bûyerê reviyabû, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.
Hat ragihandin ku ew demançeya bêruxset a ku di êrişê de hatiye bikaranîn jî ketiye destê hêzên ewlehiyê.
"Êriş ne li dijî perwerdeyê ye"
Parêzgarê Osmaniyeyê Mehmet Fatîh Serdengeçtî piştî bûyerê çû dibistanê û agahî wergirtin.
Serdengeçtî diyar kir ku ev êriş ne li dijî perwerdeyê ye.
Serdengeçtî da zanîn ku di navbera mamoste û biraziyê wî de dijminatî heye û got:
“Li vê derê êrişeke li dijî xwendekar û perwerdeyê tune. Mamosteyê me li hewşa dibistanê hatiye armanckirin.”
Serdengeçtî li ser rewşa tenduristiyê ya gumanbar jî agahî dan.
Wî eşkere kir ku li gorî zanyariyan gumanbar demeke dirêj e tedawiya derûnî dibîne.
Parêzgar Serdengeçtî anî zimên ku dê bûyer ji aliyê hêzên ewlehiyê û dadgehê ve bi hemû aliyên xwe ve were ronîkirin û got, “Bila derbasî be, serê me sax be.”


