Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku parlamentro dikare destûreke nû amade bike û got, “Niha dema destûra bingehîn a nû ye.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş beriya serdana xwe ya Portugalê (Potekîz)bersiv da pirsên rojnamegeran.
Numan Kurtulmuş diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke sivîl, hevdem, berfireh û demokratîk heye.
"Tam dema destûra nû ye"
Kurtulmuş da zanîn ku parlamento dikare vê yekê bike û got:
"Ez di wê baweriyê de me ku hêz û vîna vê parlamentoyê heye ku destûra nû çêbike.
Ez nîqaşên wekî 'parlamentoya damezirîner' bi temamî li dijî demokrasiyê dibînim. Ev parlamento dikare destûra nû çêbike.
Her wiha tam dema wê ye jî. Ez nêrîna 'em ji demeke din re bihêlin' jî rast nabînim."
Nîqaşên hilbijartina pêşwext
Kurtulmuş li ser pirsa nîqaşên "hilbijartina pêşwext" jî got:
"Eger li Parlamentoya Tirkiyeyê zêdetirî 360 parlamenter bixwazin hilbijartinê nû bikin wê demê ew pêvajoya nûkirinê dest pê dike."
Kurtulmuş eşkere kir ku di vî warî de ti amadehî nînin û wiha pê de çû:
"Meseleya nûkirina hilbijartinê meseleya îklima siyasî ye.
Niha li Tirkiyeyê di rojeva siyasî ya çalak û serdest de nûkirina hilbijartinê nîne."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê destnîşan kir ku ew dê di xebatên destûra nû de berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Wî di dawiyê de da zanîn ku di vê serdemê de ev xebat dikarin werin kirin.



