Hewlêr (Rûdaw) - Di Kongreya 5emîn a Asayî ya Mezin a DEM Partiyê de, Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve wekî Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê hatin hilbijartin.
Kongre li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet hat lidarxistin û delegeyên tomarkirî dengên xwe dan.
Di hilbijartinan de Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve bûn namzed. Wan her 535 dengên derbasdar wergirtin û bûn hevserokên giştî.
Di kongreyê de endamên resen û alîkar ên Meclisa Partiyê (PM), Desteya Dîsîplînê ya Navendî û Desteya Lihevkirinê jî hatin diyarkirin.
Endamên Meclisa Partiyê hatin diyarkirin
Di Meclisa Partiyê, desteya dîsîplînê ya navendî û desteya lihevkirinê de bi giştî 45 nav hatin guhertin.
Di kongreyê de ji bo Meclisa Partiyê ya ku ji 80 kesî pêk tê 28 endamên nû yên resen hatin hilbijartin.
Navên nû yên hatine hilbijartin ev in:
"Asiye Kolçak, Ayfer Fatma Çelîk, Aylîn Hacaloglu, Berdan Gunduz, Berîvan Elter, Berna Çelîk, Besriye Tekgur, Çîgdem Kose, Dogan Erbaş, Ekaterini Nikalao, Ekrem Baran, Elîf Çoban, Eylem Saruca, Fîkret Melîh Çolakogullari, Saruhan Oluç, Îbrahîm Ateş, Mehmet Resul Baykara, Metîn Kilavuz, Muhsîn Dalfîdan, Nayîf Bulga, Omer Kulpu, Sedat Şenoglu, Sevda Çelîk Ozbîngol, Seyfettîn Aydemîr, Sezgîn Kartal, Turkut Çatar, Vaysî Unat, Zeyyat Ceylan.”
Kîjan nav neketin lîsteyê?
35 navên ku serdema borî di Meclîsa Partiyê de bûn, di lîsteya nû ya resen a Meclisa Partiyê de cih negirt.
Ev nav jî ev in:
"Tulay Hatîmogullari Oruç, Tuncer Bakirhan, Aysel Batyar Onsel, Bahattîn Karaman, Berkat Kar, Beybun Aslan, Cabbar Leygara, Cemîle Turhalli Balsak, Edanur Îbrahîmoglu, Funda Buyruk, Halîme Bayram, Hulya Ateş Koç, Hulya Kavuk, Kemal Bulbul, Kerem Firtina, Lîvan Orman, Lutfu Kaya, Medîha Yuksel, Mehmed Alî Yavuz, Mehmet Bozgeyîk, Metîn Kiliç, Muhammed Ayten, Murat Gokdag, Naciye Îskender, Onur Hamzaoglu, Selda Îlgoz Kocayîgît, Selçuk Odabaşi, Semîha Şahîn, Senem Erîş, Omer Gorunmek, Ozcan Teker, Şakîre Şeyda Ataş, Tulay Korkutan, Vedat Çinar Altan û Vezîr Coşkun Parlak."



.webp&w=3840&q=75)