Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê ya ku rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê wekî "Pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror" bi nav dikin, gihîştiye qonaxa gavên meydanî û yasayî.
AK Partiyê da zanîn ku ew bêyî şêwra bi xelkê re ti gavan navêjin.
AK Partî diyar dike ku ew nêrîna xelkê li ser her pêngavekê werdigirin.
Berdevka DEM Partiyê jî bal kişand ser zimanê vê serdemê û got, "Divê zimanekî nû û têgehên nû bên bikaranîn û em guh bidin hestiyariyên hev."
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî ragihand ku hinek alî hene dixwazin tundî bidome û xwîn birije lê ew kêmîne ne.
Alîkarê Serokê AK Partiyê Ahmet Buyukgumuş li ser vê yekê got:
"Her pêngaveke ku em di pêvajoyê de diavêjin, em li ser wê bi gelê xwe re dişêwirin. Em nêrîn û pêşniyaran werdigirin. Me ev yek di dema nivîsandina projeyasayê de jî dît."
Hişyariya bikaranîna zimanekî nû
Pêvajo di qonaxeke hestiyar de ye û DEM Partî li ser bikaranîna zimanê hişk hişyariyê dide.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser vê mijarê wiha axivî:
"Divê zimanê vê qonaxa nû, zimanekî nû be û xwedî peyv û têgehên nû be. Li şûna ku em bi berdewamî hev tohmetbar bikin, divê em zimanekî lihevkirinê ava bikin û aliyên hestiyar ên hev li ber çav bigirin."
"Dixwazin tundî bidome"
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser wan aliyên ku hewl didin pêvajoya çareseriyê asteng bikin hişyarî da û got:
"Hinek kes hene rêgiriyê li pêvajoyê dikin. Dixwazin tundî bidome û xwîn birije da ku li ser vê yekê destkeftên siyasî bi dest bixin.
Loma jî aloziyê derdixin an jî pêvajoyê bi şêweyekî din nîşan didin. Lê ew kêmîne ne û dê her wiha jî bimînin."
Serokê DEVAyê Alî Babacan jî tekez kir ku ew ji nêzîk ve çavdêriya pêvajoyê dikin û anî zimên:
"Di her qonaxekê de eger em xeletiyekê bibînin, em çavê xwe jê re nagirin û em dê bibêjin ev xelet e. Li wan cihên ku kêmasî hebin, em nêrîna xwe tînin zimên û pêşniyara xwe pêşkêş dikin bê ka çawa dikare were çareserkirin."
Çav li qonaxa nû ne
Ji bo şopandin û nirxandina pêvajoya çareseriyê, bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê desteyek hatiye avakirin.
Her wiha ji bo erk û qonaxên paşerojê yên pêvajoyê 4 komîteyên taybet jî hatine avakirin.
Niha çav li ser wê yekê ne ku PKK bi temamî çekan deyne û xwe fesix bike.
Piştî ku ev yek hat piştrastkirin, dê xalên yasaya taybet a pêvajoya çareseriyê bên bicihkirin.


