Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Urlayê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê di operasyonekê de dest danîn ser 2 hezar û 200 lître alkola sexte.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Îzmîrê û Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Urlayê li Taxa Birgiyê bi ser malekê de girt.
Di lêgerînê de 16 şûşeyên ku ji bo firotinê hatine amadekirin hatin dîtin.
Her wiha di bîdonan de 2 hezar û 200 lître alkola sexte hat dîtin û cendirmeyan dest danî serê.
Di operasyonê de gumanbarek hat desteserkirin û derbarê wî kar û barên yasayî dest pê kir.



.webp&w=3840&q=75)