Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser wan "notên hevdîtinê" daxuyaniyek da ku tê angaştkirin ên Abdullah Ocalan in.
DEM Partiyê ragihand ku destkarî li wan nivîsan hatiye kirin ku hinek beş hatine zêdekirin û hinek jî hatine derxistin.
Şandeyê bangî xelkê kir ku divê guh nedin wan belge û agahiyên ku ne fermî ne.
"Destkarî li metnan hatiye kirin"
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê anî zimên ku rojên dawî li ser medyaya civakî bi navê "notên hevdîtinê" hinek nivîs tên belavkirin û ev metin bi Abdullah Ocalan ve tên girêdan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di wan nivîsan de zêdekirin û jêderxistin hatine kirin.
Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê wiha ye:
“Di van rojên dawî de, hin nivîsên ku wekî ‘notên hevdîtinê’ tên nîşandan û bi navê Birêz Abdullah Ocalan ve tên girêdan, dîsa li ser medyaya civakî hatine belavkirin.
Hin nivîs ku bi navê ‘notên hevdîtinê’ tên belavkirin, ne zelal e ku ji kû derê ne û li ser çi esasî ne. Di van nivîsan de hin tişt tên zêdekirin û hin jî tên rakirin. Her wiha dîsa hin gotin û îfadeyên derbarê kesan tên zêdekirin.
Di hin nivîsên ku bi navê ‘girtek’ tên belavkirin de jî hin îdia hene ku armanc dikin raya giştî bixapînin û pêvajoyê proveke bikin.
Em van nêzîkatiyan wekî çalakiyeke xeter dibînin ku rasterast dixwaze Birêz Ocalan û pêvajoya ku gihîştiye asteke girîng sabotaj bike. Em eşkere dibêjin ku ev tişt ti carî nayê qebûlkirin.
Em careke din dixwazin bibêjin ku tenê divê belge, not û agahiyên ku ji Şandeya Îmraliyê yan jî ji malbat û parêzerên ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin dikin, tên û li ser bingehek fermî ne, bên bawerkirin.”
.webp&w=3840&q=75)


