Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Reşo ya Kurd a Êzdî ya ji navçeya Şêxanê ya Dihokê, dema dixwest ji Balafirgeha Adnan Menderesê ya Îzmîrê here Ewropayê bi hinceta “vîzeya sexte” hat desteserkirin.
Parêzerê malbatê Edhem Kuruş ji Rûdawê re got:
“Araz Reşo Qotoyê 27 salî, hevjîna wî Şehnaz Aras Naîfa 23 salî, Melek Araza 6 salî û Elver Arazê 4 salî, meha tîrmehê bi armanca ku herin Ewropayê bi rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîlê derbasî Bakurê Kurdistanê dibin û pişt re diçin bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê.”
Edhem Kuruş da zanîn malbata Araz 31ê Tîrmehê bi armanca ku here Ewropayê diçe Balafirgeha Adnan Menderesê ya Îzmîrê lê di dema karên firînê de bi hinceta ku “vîzeya wan sexte” ye malbat tê desteserkirin û wan didib Gerînendehiya Ewlehiyê û got:
“Dadgeha Îzmîrê 1ê Tebaxê derbarê Araz Reşo Qoto bi hinceta `vîzeya sexte` biryara girtinê da û hevjîn û kur û keça wî jî bi armanca dersînorkirinê şandin Navenda Vegerandinê ya Harmandaliyê ya Îzmîrê.
Araz Reşo Qoto jî niha li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê tê girtin.”
Malbateke ji Mêrdînê li wan xwedî derketiye
Malbateke ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, li Îzmîrê li vê malbata Kurd a Êzidî xwedî derdikeve û 19ê Tebaxê malbatê ji Navenda Vegerandinê ya ku şertên wê gelekî xirab in, werdigire û dibe malê.
Zarokê 4 salî nexweşê epîlepsiyê ye û dermanên ku li gel xwe birine qediyane.
Parêzer Kuruş diyar kir, ji ber ku malbatê ji bilî Kurdî bi ti zimanî nizanibû di dema lêpirsînê de zehmetî kişandiye û ew jî pişt re agahdar bûye û ji bo alîkariya wan çûye.
“Min ji bo berdana wî serî li dozgeriyê da”
Kuruş derbarê rewşa Araz Reşo Qoto got: “Min ji bo berdana wî serî li dozgeriyê da lê daxwaza me hat redkirin.
Min ducare îtiraz kir û daxwazname pêşkêşî dozgeriyê kiriye û ez niha li benda bersivê me. Em rewşa wî ji nêzîk ve dişopînin.”



