Enqere (Rûdaw) - 86 karkerên kana komirê ya Doruk Madencîlîkê ku niha girêdayî Yildizlar SS Holdingê ye, ji bo wergirtina heqdest, tezmînat û mafên xwe li Enqereyê çalakiyan dikin.
Di nav wan karkeran de 10 karkerên Kurd jî hene.
Her çi qas meha Hezîranê bi garantiya Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê soza dayîna heqdestên wan hatibe dayîn jî heta niha pereyên karkeran nehatine dayîn.
Karker dixwazin dengê wan were bihîstin û mafên wan werin dayîn.
Murat Çelîk yek ji wan karkeran e û wî 4 zarokên xwe li Erxeniya Amedê hiştine û ji bo kar berê xwe daye navçeya Beypazariyê ya Enqereyê lê wî hîn jî heqdestê xwe nestandiye.
Karkerê kana komirê Murat Çelîk got:
“Heta niha me kes wekî mixetab nedîtiye. Me çi qas heqê xwe xwest her digotin sibe û maeşên me nedan.
10ê mehê em hatin vir û beşeke kêm ji maeşên me dan.
Roja 5an jî hinek maeşê me dan lê pereyên me yên din, tezmînatên me û hemû heqdestên me yên din nedan.
Hinek hevalên me qet pere nestandine.”
"Em mexdûr bûn"
Piştî ku hikûmetê Doruk Madencîlîk firot û kete destê Yildizlar SS Holdingê, 86 karker ji kar hatin derxistin lê maeşên wan ên mayî, tezmînat û heqdestên wan ên din nehatine dayîn.
Karker li Enqereyê hewl didin dengê xwe bigihînin rayedaran.
Mehmet Abîşê karker da zanîn:
“Ez li madenê dixebitim. Va ye em ketine vî halî.
Ez li ser sondajê dixebitîm, ez ji ser motorê ketim û min qeza kir.
8 mehan ez di komayê de bûm. Du sal in ez ji kar hatime derxistin.
Gotibûn em te mexdûr nakin lê wan ez mexdûr kirim.”
"Guhên wan ker in"
Karker Ramazan Ustun jî diyar kir ku kes guh nade wan û anî ziman:
“Îro roja me ya 11an e. Kes dengê me nabihîze, dengê me naçe kesî.
Çavên wan nabînin, guhên wan ker in.
Heger niha li vir sûcek were kirin dê werin û li kesê ku bûye sedem bigerin lê em dibînin li kesê sûcdar nagerin û tên me desteser dikin.”
Meha Hezîranê ya îsal, şirketê bi garantiya Wezareta Enerjiyê soz dabû karkerên Doruk Madencîlîkê ku heqdestên wan bide lê tevî vê yekê jî pereyên karkeran nehatine dayîn.


