Stenbol (Rûdaw) - Di çend rojên dawî de yek ji rojevên sereke yên medya, siyaset û civaka Tirkiyeyê operasyona li dijî Cemaeta Suleymanciyan e.
Bi vê operasyonê careke din li Tirkiyeyê nîqaşên li ser pêwendiya siyaset, bazirganî û terîqetan hatin rojevê.
Pirsa sereke ev e, armanca operasyonê çi bû û dê piştî operasyona li dijî Cemaeta Suleymanciyan çi biqewime?
Ev lêpirsîn bi îdiaya "spîkirina pereyan" û “nezelaliya çavkaniyên aborî” yên cemaetê hatiye destpêkirin.
Beşeke xelkê Stenbolê piştgiriyê dide operasyonê û berdewamiya wê dixwaze lê beşeke xelkê jî li dijî operasyonên li dijî cemaetan derdikeve.
Cemaeta Suleymanciyan li Tirkiyeyê yek ji cemaetên herî mezin ên Îslamî ye.
13ê Tebaxê navenda wê Enqere li 17 bajaran û li 123 navnîşanan operasyon hatin kirin.
Niha herî zêde aqûbeta cemaetê tê meraqkirin.
"Dewlet dixwaze hemû cemaetan ji holê rake"
Nivîskar û lêkoler Mufîd Yuksel li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
“Li gorî agahiyên ku ji Enqereyê tên, dê li ser cemaetên din jî ev operasyon berdewam bikin.
Di nava dewletê de erk û îradeyek heye ku dixwaze hemû cemaetan ji holê rake.
Bi nêrîna wan, ev cemaet êdî pir dewlemend bûne, bûne holdîng, di nav dewlet û burokrasiyê de bi cih bûne, bûne wekî Fethullahciyan.
Loma tirsa wan ew e ku ew dê dewlete bixin bin kontrola xwe, ji ber vê jî dixwazin rê li ber wan bigirin û operasyonan bikin.”
Di çarçoveya lêpirsînê de, Serokê Cemaetê Alîhan Kurîş jî di nav de 32 kes hatin girtin.
Her wiha 6 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve tê meşandin bi îdiaya "spîkirina pereyan" û “nezelaliya çavkaniyên fînansî” ya 66 milyar lîreyî ya şirketên cemaetê dest pê kir.
Nêrînên xelkê
Ercanê 17 salî yê ku berê li kursên Suleymanciyan maye got:
“Min jî di navbera salên 2018 û 2019an de li Cemaeta Suleymanciyan dixwend lê pişt re ez ji wan veqetiyam.
Zor û zexteke zêde li xwendekaran dikirin.
Her wiha her tim bi kesên derdora xwe re karên bi dizî û qilopilo dikirin.”
Songula ku endama Cemaeta Nûrciyan e jî wisa axivî:
“Heta ku hikûmet delîlên tekez pêşkêşî raya giştî neke mirov nikare tiştekî bibêje lê di van şertan de qet nebe zarokên me diçin li cemaetan fêrî hinek tiştan dibin.
Ez bi xwe jî endama Cemaeta Nûrciyan im lê bila operasyonên wiha nekin, heyf e.”
Qeyûm danîn ser 32 şirketan
Piştî operasyonan dewletê qeyûm danî ser 32 şirketên Cemaeta Suleymanciyan.
Di lêgerînan de 200 kîlo zêrê qalib jî hatin dîtin.
Welatiyê bi navê Denîz jî li ser mijarê nêrîna xwe anî ziman:
“Li gorî min ev operasyoneke polîtîk e û ji xwe kiryarên cemaetê dihatin zanîn lê hêdî hêdî karên wan derketin holê.
Bi ya min a hewce divê were kirin.
Terîqet, cemaet û komên cuda ne pirsgirêka min in, xema min rewşa aborî ye.”
Welatiya bi navê Meymuneyê jî got:
“Bi salan e em ji bo Gulenciyan xebitîn.
Zarokên me li cem wan perwerde dît.
Em bi wan bawer bûn lê pişt re ka çi bû?
Suleymancî jî parçeyeke wan in. Îslam yek e.
Niha keça min û zavê min jî ji Suleymanciyan in.
Bi salan e bi çavên girtî girêdayî wan in.”
Dîroka cemaetê
Alimê Tirk Suleyman Hilmî Tunahan di salên 1930yî de, li Stenbolê bi avakirina navendên kursên Quranê cemaeta xwe ava kir û bi pêş xist.
Cemaeta Neqşbendî ya Suleymanciyan dem bi dem li saziyên dewletê bû xwedî hêz.
Cemaet bi partiyên desthilatdar re xwedî pêwendiyên baş bû lê piştî ku sala 2016an ket destê Alîhan Kurîş navbera wan û hikûmeta AK Partiyê xera bû û wan berê xwe da mixalefetê.
Li aliyê din cemaet, bi rêya Navendên Çandên Îslamê li Ewropayê bi taybetî jî li Almanyayê bû xwediya hêzeke mezin a aborî û rêxistinî.
Li gorî agahî û îdiayan, bi van operasyonan dê birêvebiriya heyî ya cemaetê were tesfiyekirin.
Tê îdiakirin ku dê parlamenterê berê yê AK Partiyê û neviyê damezirînerê cemaetê Suleyman Hilmî Tunahan, Fatîh Suleyman Denîzolgun bibe serê cemaetê.


