Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Saît Yaz li ser pêşniyaryasaya nû ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin ji Rûdawê re axivî.
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Saît Yaz diyar kir ku ev pêşniyaryasa mizgîniyeke mezin e û ew hêvîdar in ku beriya zivistanê were qebûlkirin.
Mehmet Saît Yaz beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Yaz îdiayên ku dibêjin parlamenterên AK Partiyê bêyî ku pêşniyaryasayê bibînin îmze kirine red kirin û got:
"Ev ne rast e. Wekî endamên komîteyê, ew 10-15 madeyên ku hatine amadekirin beriya niha nîşanî me dan.
Me agahiyên xwe li ser wan madeyan girtin. Îmzekirina vê pêşniyaryasayê ji aliyê AK Partî û MHPyê ve gaveke gelekî mezin e.
Ev pêşniyaryasa bi lihevkirina AK Partî, MHP, DEM Partî û CHPyê hatiye îmzekirin.
Ev mizgîniyeke mezin e ji bo gelê Kurd û gelê Tirk."
Şert û mercên pêşniyaryasayê
Yaz li ser pirsa şert û mercên pêşniyaryasayê û mijara cezakirinê ev agahî dan:
"Şertê ku di nav de heye şertê malbatan e. Divê malbatên her du aliyan ji maf û hiqûqê xwe derbas bibin.
Madem ku lihevkirinek heye, heta ku ew kesên di girtîgehê de ne jî, dê doz neyên vekirin û cezayên wan giran nebin.
Ev dozên dewletê nînin, dozên di navbera mirovan de ne.
Dewlet ne derebeg e, dewlet e û qanûn û nîzama wê heye.
Eger kesek bixwaze vê pêvajoyê xera bike, dewlet dê destwerdanê bike."
Dosyeyên kiryarên nediyar tên vekirin
Hêvîdar Zanayê pirsa "Gelo dewlet dê malbatên qurbaniyên kiryarên nediyar tazmîn bike?" kir. Parlamenterê AK Partiyê wiha bersiv da:
"Wezîrê Dadê ew dosyeyên ku di refan de di nav toz û dûmanê de mabûn derxistin û dest bi xwendina wan kir.
Dibe ku demekê bigire lê ew kiryarên nediyar û ew cinayetên ku hatine kirin dê werin lêkolînkirin.
Dê dewlet wan kesan tazmîn bike."
Dê kengî were qebûlkirin?
Yaz li ser dema qebûlkirina pêşniyaryasayê geşbîn e û anî ziman:
"Ez bawer im ku beriya zivistanê ev kar dê biqede. Di ruhekî biharê de dê ev pirsgirêk were çareserkirin.
Ez bawer nakim ku 3 mehan jî biajo. Divê ev kar zû were kirin çimkî hinek xeterî û operasyon hene.
Divê em derfetê nedin kesên ku dixwazin vî karî xera bikin."
Rewşa girtiyên beriya sala 2005an
Yaz li ser pirsa girtiyên ku beriya 1ê Hezîrana 2005an hatine girtin û gelo ew dê ji vê yasayê sûdê wergirin an na wiha axivî:
"Ev madeyeke hestyar e. Hîn ne diyar e ka kî dê bikeve ber vê madeyê û kî nakeve.
Eger ev made niha were rojevê, dibe ku dijberên vê dozê bibêjin 'dewlet kujeran ber dide' û ev yek bibe sedema nerazîbûnan.
Ji ber vê yekê ev made hîn nehatiye danîn. Dibe ku 250-300 kes nekevin ber vê yasayê.
Lê maf û hiqûqê wan cuda ye. Gava yekem hatina parlamentoyê ye. Divê em li aliyê erênî binêrin û geşbîn bin."


