Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bayrakliyê ya Îzmîrê derbarê şaredariya ku di destê CHPyê de ye bi angaştên "avakirina rêxistina tawanan", "wergirtina bertîlê" û "nelirêtiya di îhaleyan de" dest bi lêpirsînekê hat kirin.
Di operasyonekê de 45 kes hatin desteserkirin ku serokê berê yê Şaredariya Bayrakliyê Serdar Sandal jî di nav wan de ye.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyon bi hevahengiya serdozgeriyê û ji aliyê tîmên sîxuriyê û Şaxa Têkoşîna li Dijî Tawanên Darayî ya girêdayî Gerînendehiya Ewlehiyê ve hatiye pêkanîn.
Hat destnîşankirin ku ev lêpirsîn derbarê wê komê de tê birêvebirin ku tê angaştkirin bi pêşengiya Serdar Sandal tevdigeriya.
Piştî bidestxistina delîlên li ser “bertîlxwarin, nelirêtî û karên neqanûnî” biryara operasyonê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser bingeha raporên Dadgeha Hesaban (Sayiştay) û Desteya Lêkolîna Tawanên Darayî (MASAK) û her wiha di encama şopandinên fîzîkî û teknîkî de derbarê 48 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Di nav wan kesan de Serdar Sandal, birêvebir û xebatkarên şaredariyê û şîrketên girêdayî şaredariyê, xwedî û nûnerên hinek şîrketên taybet jî hene.
Heta niha ji wan 48 kesan 45 kes hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku ji bo desteserkirina her sê gumanbarên din û ji bo lêgerîna li navnîşanan û destdanîna ser tişt û belgeyan xebatên hêzên ewlehiyê berdewam dikin.



