Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsîna Tirkiyeyê du birayên karkerên avahîsaziyê yên welatiyên Sûriyeyê, di dema karkirinê de ji skeleyê ketin xwarê û yek ji wan mir.
Bûyer doh li taxa Baglarê ya Tarsûsê pêk hat.
Karker Serdar Hemedê 38 salî û birayê wî yê mezin Delîl Hemedê 40 salî, dema ku siwaxa avahiyeke 5 qatî dikirin ji skeleyê ketin xwarê.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Her du birayên birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê lê Serdar nehat rizgarkirin.
Hat ragihandin ku tedawiya kekê wî Delîl jî li nexweşxaneyê dewam dike.
Tîman termê Serdar ji bo kar û barên otopsiyê bir morga Saziya Tiba Dadî ya Mêrsînê.
Hat ragihandin ku polîsan derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.



