Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîneke derbarê “gendelî û nelirêtiyê” de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê Vahap Seçer, Serokê Şaredariya Yenîşehîrê Abdullah Ozyîgît û Serokê Şaredariya Mezîtliyê Ahmet Serkan Tuncer (her sê şaredarî jî di destê Partiya Gel a Komarî -CHP- de ne) hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê lêpirsînek dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de 60 kes hatibûn desteserkirin.
Piştî ku karê wan gumanbaran doh li dozgeriyê bi dawî bû, ji wan 60 kesan 50 kes (ku her sê şaredar jî di nav wan de ne) bi daxwaza girtinê û 10 kes jî bi daxwaza kontrola dadî şandin dadgehê.
Dadgeriyê biryara girtina şaredarên CHPyî Seçer, Ozyîgît û Tuncer da.
Hat ragihandin ku lêpirsîna gumanbarên din hîn li dadgehê berdewam dike.
Pêvajoya operasyonê û “nelirêtiya di îhaleyan” de
1ê vê mehê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û her wiha şaredariyên navçeyên Mezîtlî û Yenîşehîrê operasyoneke hevdem hatibû kirin.
Di wê operasyonê de pêşî 59 kes û pişt re jî kesekî din hatibûn desteserkirin.
Beriya niha jî di heman dosyayê de Birêvebirê Qelema Taybet Dogukan Uyan û 3 kesên din hatibûn girtin.
Li gorî hûrgiliyan, di 13 dosyayên îhale û kirînên rasterast ên Şaredariya Bajarê Mezin de nelirêtî hatiye tesbîtkirin.
Hat diyarkirin ku di kirîna wan tişt û xizmetguzariyan de mohr û erêkirina Şaredar Vahap Seçer heye.
Ji aliyê din ve, tawanekî cuda jî arasteyî Ahmet Serkan Tuncer hatiye kirin.
Derbarê Tuncer de bi angaşta "birêvebiriya rêxistina tawanan a çekdar" lêpirsîn tê meşandin.
Tê angaştkirin ku wî bi rêya çekdaran êrişî cihên kar ên wan kesan kiriye ku di navbera wan de dijminatî hebû.
Hat zanîn ku di nava wan cihên ku êrişa çekdarî li wan hatiye kirin de, avahiya Serokatiya Bajarê Mêrsînê ya Partiya NÛ (Yenî Partî) û navendeke medyayê jî hene.



