Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaryasaya li ser pêvajoya çareseriyê ya bi navê "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.
Serokê Koma AK Partiyê yê Parlamentoyê Abdullah Guler li ser pêşniyaryasayê daxuyaniyek da.
Abdullah Guler diyar kir ku ev pêşniyaryasa bi nêzîkî 360 îmzeyan pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin.
Ji 12 xalan pêk tê
Li gorî agahiyên ku Abdullah Guler dane, ev "Yasaya Çarçoveyê" ji 12 xalan pêk tê.
Guler piştî daxuyaniya xwe hûrgiliyên yasaya çarçoveyê jî eşkere kirin.
Spasiya Erdogan, Bahçelî û DEM Partiyê kir
Abdullah Guler spasiya wan kesan kir ku piştgirî daye pêvajoya çareseriyê û îmzeya xwe avêtiye bin pêşniyaryasayê.
Guler bi taybetî spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari kir.
Her wiha wî spasiya serokên hemû partiyên siyasî û parlamenterên wan jî kir ku di vê pêvajoyê de cih girtine.



