Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî yasaya pêvajoya çareseriyê îmze kir.
Xebatên li ser yasaya pêvajoya çareseriyê gihîştin qonaxa dawî û ev yasa wekî "Yasaya Çarçoveyê" tê binavkirin.
AK Partiyê reşnivîsa yasayê ji bo îmzekirina parlamenteran amade kir da ku bi awayekî fermî pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bike.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku yek ji aktorên girîng ên pêvajoyê ye îro "Yasaya Çarçoveyê" îmze kir.
MHPyê li ser hesabê xwe yê tora civakî wêneyekî Bahçelî yê dema îmzekirinê belav kir û got:
"Ew îmzeya dîrokî ya ku Serokê me yê Giştî yê birêz Devlet Bahçelî, di bin armanca Tirkiyeyeke Bêteror de ji bo Yasaya Çarçoveyê, li ser navê aramî, yekîtî û pêşeroja miletê me avêtiye."
Piştî Devlet Bahçelî, navên herî girîng ên MHPyê jî yasa îmze kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz, Cîgirê Serokê Parlamentoyê Celal Adan, Serokwekîlê Koma MHPyê Erkan Akçay û Alîkara Serokê Giştî Fîlîz Kiliçê jî wekî kesên yekem ên MHPyê yasaya pêvajoya çareseriyê îmze kir.
Li gorî agahiyan, piştî temamkirina îmzeyên parlamenteran dê sibe pêşniyaryasa bi awayekî fermî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê were kirin.
Navê vê pêşniyaryasayê "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" ye.
Li aliyê din, dan û standinên AK Partiyê yên ji bo aliyên din ên siyasî jî berdewam in da ku pêşniyaryasa bi lihevkirineke berfireh û giştgîr here Parlamentoyê.



