Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Reş êrişeke bi dronan pêk hat û di êrişê de keştiyeke barhilgir a Tirkiyeyê zerer dît û çend xebatkarên wê birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Rûsyayê Vioryê îro raporek belav kir.
Li gorî raporê, êriş roja duşemê li nêzîkî bendera Novorossiyskê ya Rûsyayê pêk hatiye.
Dîmenên keştiyê hatin belavkirin
Di dîmenên ji hundirê keştiyê de diyar dibe ku agir bi keştiyê ketiye û dû ji keştiyê radibe û xebatkar hewl didin agir bitemirînin.
Di hinek dîmenên din de jî tê dîtin ku deryavanên birîndar alîkariya bijîşkî werdigirin.
Ev dîmen ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) ve hatine belavkirin.
Lê belê cih û dema kişandina wan bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin.
"Dronan li me xist"
Kaptanê keştiyê Yalçin Şahîn li ser bûyerê agahî dan.
Li gorî gotina Şahîn, êriş derdora saet 16:30î pêk hatiye.
Di wê demê de keştî nêzîkî bendera Novorossiyskê bûye.
Kaptan Yalçin Şahîn da zanîn ku çend dronan li keştiyê xistiye û di encamê de ji ber perçeyên dronan çend deryavan birîndar bûne.
Yalçin Şahîn bi vî rengî behsa êrişê kir:
"3ê Tebaxa 2026an, derdora demjimêr 16:30î, keştiya me ya barhilgir li peravên Bendera Novorossiyskê ji aliyê dronên Ukraynayê ve bû hedef. Şeş-heft dronan li me xist."
“Em li benda alîkariyê ne”
Kaptanê keştiyê destnîşan kir ku rewşa hinek deryavanan xirab e û got:
"Birîndarên me yên giran hene. Em li benda alîkariyê ne lê heta niha ti alîkarî negihiştiye me.
Şarjê telefona min xelas dibe, ez nikarim bi her kesî re biaxivim. Kes nemiriye, her kes sax e lê birîndarên me hene. Em li benda alîkariyê ne, niha ji destê me tiştek nayê."
12 xebatkar hatin rizgarkirin
Birêvebiriya Giştî ya Kar û Barên Deryayî ya Tirkiyeyê jî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Birêvebiriyê ragihand ku keştiya barhilgir a bi navê Nadezhda dema ber bi bajarê Samsûnê ve diçû rastî êrişê hatiye.
Keştî di 37 kîlometriya peravên Novorossiyskê de bûye hedef.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her 12 xebatkarên keştiyê hatine rizgarkirin.
Li gorî agahiyan rewşa 3 deryavanan giran e.
Êrişên Ukraynayê didomin
Ev êriş di demekê de pêk hat ku êrişên Ukraynayê yên bi dronan didomin.
Ukrayna li Deryaya Reş binesaziya leşkerî û lojîstîkî ya Rûsyayê dike hedef.
Bendera Novorossiyskê yek ji benderên herî mezin a Rûsyayê ye.
Ji destpêka şer ve ev bender gelek caran bûye hedefa êrişên dronan.



