Hewlêr (Rûdaw) - Yasaya pêvajoya çareseriyê ya ku wekî “yasaya çarçoveyê” tê binavkirin dê roja çarşemê here Komîteya Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê.
Pêşniyara reşnivîsa yasaya pêvajoya çareseriyê ji aliyê AK Partiyê ve hatiye amadekirin.
Ev pêşniyarname dê sibe (5ê Tebaxê) pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê were kirin.
AK Partiyê ji parlamenterên xwe xwestiye ku îro heta saet 17:00ê pêşniyarnameyê bêkêmasî îmze bikin.
Civîna AK Partî û DEM Partiyê
Serokê Koma AK Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Abdullah Guler û Wekîlê Serokê Koma AK Partiyê Abdulhamît Gul doh civiyan.
Ew di çarçoveya xebatên yasaya pêvajoyê de bi HUDA PAR, DEM Partî û MHPyê re hatin ba hev.
Civîna AK Partî û DEM Partiyê 2 saet û nîvan ajot.
Endamê Şandeya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol, Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan beşdarî civînê bûn.
Piştî civînê her du aliyan jî li ser naveroka civînê ti daxuyanî nedan.
MHP: Em hevnêrîn in
Şandeya AK Partiyê piştî hevdîtinên bi HUDA PAR û DEM Partiyê re, bi Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz re jî civiya.
Fetî Yildiz piştî civînê daxuyaniyek da û eşkere kir ku ew li ser yasaya pêvajoyê "hevnêrîn in û pirsgirêk nîne".
Helwesta partiyên din
Wekîlê Serokê Koma Partiya Nû Murat Emîr da zanîn ku AK Partiyê ji wan daxwaza hevdîtinê kiriye.
Lê wî anî zimên ku AK Partiyê reşnivîsa yasayê bi wan re parve nekiriye û got:
“Bi telefonê daxwaza hevdîtinê kirin. Me bi israr got ku bi reşnivîsa amade werin da ku em bi hev re binirxînin. Em dikarin rexneyan bikin û sûda pêwîst bidin.”
Emir destnîşan kir ku heta niha bersiv nedane wan û wiha got:
“Ji bo me pêvajo niha di vê qonaxê de ye. Heta em reşnivîsê nebînin, em nikarin li ser piştgiriyê biryarê bidin.”
Dê deng li ser bê dayîn
Tê çaverêkirin ku yasaya ji 10-12 xalan pêk tê sibe pêşkêşî Komîteya Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê were kirin.
Piştî nirxandinên li wê derê, dê reşnivîs di nav du rojan de ji Komîteya Giştî ya Parlamentoyê re were şandin û dê deng li ser bê dayîn.
AK Partî, DEM Partî û MHP piştgiriyê didin yasayê. ÎYÎ Partî jî li dijî yasayê derdikeve.
Partiyên din ên wekî Partiya Nû, CHP, Partiya Rêya Nû û HUDA PARê heta niha helwesta xwe eşkere nekiriye.



