Stenbol (Rûdaw) - Li nav dilê Stenbolê, li bin siya Kembera Avê ya Valensê ku dîroka wê digihîje 1650 sal berê, qadeke taybet heye ku jê bêhna çand û jiyana Kurdistanê tê.
Ev devera ku wekî "Bazara Jinan" an jî "Bazara Sêrtiyan" tê naskirin, ji bo Kurdên ku li Stenbolê dijîn bûye stargeheke sereke ya çandî û civakî.
Kurdên Stenbolê di kelekela germa havînê de xwe dispêrin hênikahiya vê birca dîrokî ya ji serdema Bîzansiyan maye.
Ew li vê derê li hev dicivin, çaya xwe vedixwin û bi Kurdiyeke şêrîn sohbetên xwe dikin.
Her yek ji wan ji navçe û herêmeke cuda ya Stenbolê tê.
Hinek ji bo ziyareta komele, sazî û rêxistinên Kurdan, hinek ji ber qehwexaneyên Kurdan, û hinek jî ji bo xwarin û vexwarinên taybet ên ku ji bajarên Kurdan tên, berê xwe didin Bazara Jinan a li navçeya Fatîhê.
"Wekî ku mirov hatibe perçeyekî Kurdistanê"
Birêvebirê Komeleya Farqînê ya Amedê Omer Mengîl, li ser taybetmendiya vê deverê axivî û got:
“Dema mirov tê ber Kembera Avê ya Valensê û Bazara Jinan, mirov dibêje qey mirov hatiye perçeyekî Kurdistanê. Lewra ji sedî 80yê esnaf û niştecihên vê derê Kurd in.
Ji bajarên Sêrt, Amed, Farqîn û Bedlîsê gelek kes li vir hene. Dema mirov tê vê derê bêhna mirov derdikeve.”
"Ev der hênik e û bazar erzan e"
Malnişînê Êlihî Şefîk Bulut jî da zanîn ku ew gelek caran ji bo dîtina dostan tê vê bazarê û wiha got:
“Ev 7 sal in ez li Stenbolê dijîm. Carinan ji bo dîtina dost û hevalan ez têm vê derê. Gava ez têm vê derê, wekî ku ez hatim welat.
Lewra Kurd li vir hene, em rûdinin, xeber didin û sohbet dikin. Her wiha ev der hênik û xweş e, çaya vir û gera li vir jî xweş e. Di ser de jî ‘Bazara Jinan’ erzan e.”
Sazî û dezgehên Kurdan
Li derdora vê bazarê Weşanxaneya Nûbiharê û Komeleya Dayikên Aştiyê cih digirin.
Her wiha komeleyên Farqîn, Êlih û Sêrtiyan, û serokbajariya Stenbolê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî li vê derê ne.
Kembera Valensê û Bazara Jinan, ji ber hebûna van navendên çand û civakê bûye navendeke sereke.
Ev dever ji bo rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û hunermendên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn, bûye navenda hevdîtinan.
"Em wê nostaljiya welatê xwe careke din dijîn"
Nivîskar û Rojnameger Salih Kevirbirî jî yek ji wan kesan e ku zêdetirî 25 sal in bi domdarî wê derê ziyaret dike.
Salih Kevirbirî li ser girîngiya vê qadê wiha got:
“Bi rastî ez jî zêdetirî 25 sal in bi domdarî serdana vê derê dikim. Berê dema em li herêma Taksîmê li dam û dezgehên Kurdan dixebitîn jî dema karê me xilas dibû em ji bo bêhnvedanê dihatin vê derê.
Ev der ji bo Kurdên Stenbolê bûye navenda randevû û hevdîtinê. Ev der li Stenbolê yek ji cihên herî hênik e.
Kurdên me tên li vê derê, li ber siya sûran li ser van kursiyên piçûk rûdinin û ew nostaljiya berê ya welatê me careke din dijîn.”
Ji biryana Sêrt û Bedlîsê heta gihayên çiyayan
Her wiha Bazara Jinan a Stenbolê, bi xwaringehên xwe yên kebaba biryan a Sêrt û Bedlîsê bi nav û deng e.
Dikanên goştfiroş, mastfiroş, penîrfiroş û firoşkarên giha û nebatên li bajarên Kurdan jî li vê bazarê gelek in.
Gelek kesên ku rêya wan dikeve vê bazarê, pêşî kebaba biryanê dixwin, dûv re jî li bin siya Kembera Valensê rûdinin û çayeke Kurdewarî vedixwin.


