Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî, di resepsiyona vekirina serdema nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re axivî û ji Abdullah Ocalan re silav şand.
Ji ber vekirina serdema 28emîn a Parlamentoya Tirkiyeyê li Salona Merasîman a Meclisê resepsiyonek hat lidarxistin.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş mazûvaniya resepsiyonê kir û protokola dewletê, wezîr û parlamenterên partiyên siyasî yên cuda tevlî bûn.
Hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re
Di dema resepsiyonê de şandeya DEM Partiyê ji bo silavdayînê çû cem Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî.
Devlet Bahçelî ji endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pirsî:
"Gelo serdanên we çêdibin? Hûn diçin û tên (Îmraliyê)?"
"Silavên min lê bikin"
Li ser vê pirsê Pervîn Buldanê got:
"Em herî dawî 13ê Îlonê çûn. Hîn mehek temam nebûye lê ez dibê hema piştî ku mehek temam bibe em dê dîsa herin."
Bahçelî bi ken bersiv da Buldanê û got:
"Maşalah. Hûn dê silavên min lê bikin, ma ne?"



