Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, biryara dadgehê ya li ser doza Narîn Guranê rexne kir.
Selahattîn Demîrtaş cezayên muebeta giran ên li dayîk, bira û apê Narînê hatine birîn wekî "felaketa hiqûqî" pênase kir û diyar kir ku wî dosye wekî hiqûqnasekî xwendiye û delîlên şênber tenê Nevzat Bahtiyar nîşan didin.
Selahattîn Demîrtaşê ku di Girtîgeha Edîrneyêde ye li ser kuştina Narîn Guranê daxuyaniyeke girîng belav kir.
Demîrtaş eşkere kir ku ew bi bavê Narîn Guranê, Arîf Guran re civiyaye û da zanîn ku wî dosyeya dozê bi çavê hiqûqnasekî xwendiye û biryara dadgehê rexne kir.
Demîrtaş delîlên di dosyeyê de nirxandin û anî ziman ku tenê sûcê Nevzat Bahtiyar bi delîlên şênber hatiye îspatkirin û diyar kir ku cezayên muebeta giran ên li dayîk Yuksel Guran, bira Enes Guran û ap Salîm Guran hatine birîn bêbingeh in.
Selahattîn Demîrtaş wiha got:
"Wisa xuya dike ku zexta raya giştî ya bi rêya medyayê bandor li biryara dadgehê kiriye.
Li gorî prensîba 'gumanbar ji gumanê sûdê werdigire', delîlên heyî ji bo dayîk û ap têra vî cezayî nakin.
Sûcê wan li gorî prensîbên hiqûqê yên gerdûnî bi awayekî zelal nehatine îspatkirin."
"Dibe ku kujerên rastîn li derve bin"
Demîrtaş tekez kir ku edalet li ser gotegotan yan jî îhtimalan nayê avakirin û destnîşan kir ku divê ev biryar di qonaxên dadgehên bilind de were xerakirin.
Demîrtaş diyar kir ku ji bo dilê xelkê xweş bibe dayîna cezayên bêdelîl ne "edalaeta rastîn" e û got:
"Dibe ku kujerên rastîn ên Narînê li derve bin û dayîk, bira û apê wê di girtîgehê de bin.
Ev rewş dê wijdanê raya giştî zêdetir birîndar bike."
Bangî Wezareta Dadê û Baroya Amedê kir
Demîrtaş di dawiya daxuyaniyê de bangî Baroya Amedê û hemû hiqûqnasan kir ku ji bo pêkanîna edaletê hewl bidin.
Her wiha wî ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwest ku dosye bi hûrgilî were lêkolînkirin û ji bo xerakirina biryarê serî li dadgehê bilind bidin.
Demîrtaş peyama xwe bi gotinên "Bîranîna Narînê, malbata wê û raya giştî vê yekê heq dikin" bi dawî kir.



