Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê, li dijî Şaredariya Uskudarê ya CHPyê dest bi lêpirsînekê kir.
Hêzên ewlehiyê li ser angaştên "di kar û barên îmarê û dayîna ruxsetan de karên derveyî qanûnê hatine kirin" lêpirsîna dadî kûr kir û dest bi operasyonê kir.
Di operasyonê de Şaredara Uskudarê Sînem Dedetaş û 5 gumanbarên din hatin desteserkirin.
Wergirtina îfadeyan a gumanbaran li navenda ewlehiyê didome.
Berê jî 16 kes hatibûn girtin
Beriya niha meha nîsan û gulanê jî li Uskudarê du operasyonên cuda hatibûn kirin.
Di wan operasyonan de bi giştî 16 kes hatibûn girtin.



