Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li ser qanûna çarçoveyê got, "Divê naveroka qanûna çarçoveyê bi peymanekê derkeve holê da ku bandora wê ya pratîk hebe û tenê li ser kaxezê nemîne."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Tulay Hatîmogullariyê di destpêka axaftina xwe de "Partiya Nû" (Yenî Partî) ya Ozgur Ozel pîroz kir.
"Heyeta me bi Birêz Ocalan re civiya"
Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser qanûna çarçoveyê û wiha axivî:
“Ev 2 sal in pêvajo tê nîqaşkirin. Niha jî qala qanûna çarçoveyê tê kirin.
Heyeta me 20ê Tîrmehê bi Birêz Ocalan re civiya.
21ê Tîrmehê jî Birêz Numan Kurtulmuş ziyareta me kir û diyar kir ku beriya parlamento bikeve betlaneyê, dê qanûn were rojeva parlamentoyê."
Hatîmogullariyê xwest ku partiyên siyasî berpirsyariyê bigirin û got:
"Divê ew qanûn bi awayekî teng neyê nirxandin. Divê hemû partiyên siyasî ji bo çareserkirina vê pirsgirêka sedsalî berpirsyariyê bigirin.
Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de girîngiya bingeha qanûna çarçoveyê anî zimên.”
"Çareserî li ser bingeheke hiqûqî pêkan e"
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê li ser nêzîkatiya Ocalan jî wiha got:
"Ev nêzîkatiya Birêz Ocalan a ji bo çareseriyê gelekî bi wate ye.
Çareserî tenê bi bingeheke hiqûqî ya li ser wekheviyê pêkan e. Kurd her tim hatin înkarkirin.
Lê îro Kurd û dostên wan ji bo avakirina aştiya civakî têkoşînê didin û muzakereyeke xurt dikin. Divê mijara vegerê bi awayekî teng neyê destgirtin.”
Şert û mercên Ocalan
Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyê li ser lihevkirinekê pêk were û wiha pê de çû:
“Veger ew e ku yên çûne sirgûnê bigihîjin welatê xwe. Yên di girtîgehan de ne bigihîjin malbatên xwe û yên ji kar hatine dûrxistin jî bigihîjin karê xwe."
Hatîmogullariyê bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û got:
"Di qanûna çarçoveyê de bendewarî ew e ku garantiya demokratîkbûnê pêk bînin.
Divê di vê qanûnê de şert û mercên Birêz Ocalan bi cih werin da ku karibe bi awayekî azad pêvajoyê bi rê ve bibe. Divê karibe bi hemû beşên civakê re hevdîtinan bike."
Tulay Hatîmogullariyê di dawiya axaftina xwe de daxwazên xwe yên li ser qanûnê dubare kirin û wiha domand:
"Divê qanûn wekî lihevkirineke dawî derkeve. Divê qanûn bi lihevkirinekê pêk were ku karibe li ser erdê jî bi cih were.
Heta ku vîna gelan neyê naskirin demokrasî pêk nayê. Heta ku edalet ji bo hemû kesan nebe wekhev, komar nikare demokratîk bibe.
Qanûna çarçoveyê di vê mijarê de dikare bibe bingeh û destpêkek. Ji bo wê jî divê em têkoşîna hevpar hîn xurtir bi rê ve bibin.
Rizgariya hemû gel û baweriyên înkarkirî jî di vir re derbas dibe."



