Hewlêr (Rûdaw) - Zubeyde Zumrutê da zanîn ku navên kesên ku dê di çarçoveya pêvajoyê de ji Ewropayê vegerin diyar in û got, “Em li benda bangê ne.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan û aştiyeke mayînde berdewam dikin, çav li ser pêkanîna yasaya çarçoveyê û vegerê ne.
Tê payîn ku di çarçoveya vê pêvajoyê de siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê jî vegerin Tirkiyeyê.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdî ya Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrutê ji MAyê re li ser mijarê nirxandin kirin.
Zumrutê diyar kir ku saziyên Kurdan ên li Ewropayê, Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl û aliyên piştgirên pêvajoyê piştî banga 27ê Sibatê xebat dane meşandin û anî zimên ku wan di çarçoveya yasayê de ji bo vegerê li Ewropayê civînên gel û hevdîtinên rasterast pêk anîne.
Zubeyde Zumrutê got:
“Saziyên Kurdan ên li Ewropayê ji bo ku pêvajo veguhere aştiyê û aştiyeke mayînde pêk bê, xwe wekî pêkhateya sereke ya pêvajoyê dibînin.
Ji bo birêxistinkirin û avakirina civaka demokratîk xebat tên kirin.
Kurdên li Ewropayê dixebitin da ku ji niha û pê ve xwe di qadeke berfirehtir de birêxistin bikin, ziman, nasname û çanda xwe biparêzin û bi pêş bixin.”
Zumrutê her wiha destnîşan kir ku ev pêvajo tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne û pê de çû:
“Îro li çar parçeyan û li diyasporaya Ewropayê bi hezaran Kurdên sirgun û yên ku neçar mane koç bikin hene.
Civaka Kurdan a li Ewropayê bi salan e ji bo naskirina ziman, nasname û statuya xwe têdikoşe.”
“Amadehiyên me hene, nav diyar in”
Zubeyde Zumrutê da zanîn ku ew dixwazin ji bo avakirina aştiyê beşdarî xebatên li Tirkiyeyê bibin û got:
“Di hevdîtinên ku me kirine de me dît gelek kes xwe ji bo vê mijarê amade hîs dikin û dixwazin beşdarî avakirina civaka demokratîk bibin.
Ev xebat gihîştin qonaxeke diyar.
Ji bo ku di gava yekem de komek ji Ewropayê vegere Tirkiyeyê amadehiyên me hene lê belê ev ne tenê meseleya çûn û mayîna li Tirkiyeyê ye.”
Zumrutê li ser tevlîbûna pêvajoyê wiha axivî:
“Ev mijar bi banga Abdullah Ocalan re bûye mijara tevlîbûna pêvajoyê û bihêzkirina wê.
Heta ku têkoşîna civaka demokratîk encamê bide û statuya Kurdan, perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafên çandî û mafên din di bin garantiya destûrê de bên parastin, Kurd dê li her cihî têkoşîna xwe bidomînin.
Me ji bo koma yekem hinek amadehî gihandin asteke diyar.
Piştî koma yekem jî dê li gorî pêvajoyê amadehiyên nû bên kirin. Ji bo Ewropayê em li benda bangan in.
Navên kesên ku dê herin diyar in lê ez bawer dikim hîn zû ye ku em van navan bi raya giştî re parve bikin.”
“Pêwîstî bi zemînekî hiqûqî heye”
Hevseroka KCDK-Eyê bal kişand ser pirsgirêkên hiqûqî yên kesên ku dê ji Ewropayê vegerin û got:
“Cezayên hinekan ji wan hene, doz û dosyeyên wan berdewam dikin.
Ji ber vê jî pêwîst e ku ji bo vegerê zemînekî hiqûqî hebe.
Eger xelk dema vedigere bi rîska ji nû ve darizandinê yan girtinê re rûbirû bimîne, ev tê wê wateyê ku pêvajo li ser zemînekî rast nayê meşandin.
Divê garantiya hiqûqî hebe. Li vir meseleya sereke avakirina zemîna hiqûqî ye.”
“Bang were kirin ez dê beşdarî pêvajoyê bibim”
Zubeyde Zumrutê da zanîn ku wê bi salan li Tirkiyeyê siyaset kiriye û têkoşiyaye û gotina xwe wiha bi dawî kir:
“Wekî keseke ku salên 1990î û derbeya 12ê Îlonê dîtiye, ez baş dizanim ku siyasetkirina li Tirkiye û Kurdistanê tê çi wateyê.
Me di zemînekî de têkoşîn da ku nasnameya Kurdî û ya jinê nedihat naskirin.
Me dizanibû bedêla vê giran e. Girtîgeh, sirgun, mirin û kuştinên kiryar nediyar çêbûn.
Ez jî beşek ji vê pêvajoyê me. Ev 6 sal in ez li sirgunê me û ez heman têkoşînê didomînim.
Eger banga vegera Tirkiyeyê were kirin ez dê beşdar bibim.
Şertên vegerê girêdayî bipêşketinên pêvajoyê ne.
Em dikarin li Tirkiyeyê bin an na, veger dê çawa be; pêvajo dê vê nîşan bide.
Em li kû derê bin jî em dê vê têkoşînê mezin bikin.”



