Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala xwendinê ya sala 2026-2027an 14ê Îlonê wekî her sal îsal jî bêyî perwerdeya bi zimanê Kurdî dest pê kir.
Tevî ku daxwaza ji bo dersa vebijêrkî ya Kurdî li Stenbolê zêde dibe jî mamosteyên Kurdî nayên tayînkirin.
Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, îsal li 5 dibistanan herî kêm hezar xwendekarî dersa vebijêrkî ya Kurdî hilbijart lê heta niha ji bo navçeyê mamosteyekî Kurdî jî nehatiye tayînkirin.
Serokê Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HezKurd) Parêzer Suphî Ozgen ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku wan li ser vê mijarê bi Birêvebirê Perwerdeyê yê Esenyurtê re hevdîtinek kiriye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê soz dane wan.
Li aliyê din, li Stenbolê dê û bavên ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijartine ji ber tayînnekirina mamosteyan bi gazin in.
Malbat û saziyên zimanê Kurdî dixwazin ku demildest mamosteyên Kurdî werin tayînkirin û êdî mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê were dabînkirin.
Parêzer û Serokê Komeleya HezKurdê Suphî Ozgen li ser rewşê got:
“Mixabin li Stenbolê ji ber ku di beşa Kurdî de mamoste nehatine tayînkirin niha dersa Kurdî nayê dayîn.
Tevî ku ev maf hatiye bidestxistin jî xwendekar bê ders dimînin.
Daxwaza me ji Wezareta Perwerdeyê ev e ku divê mamosteyên Kurdî li gorî rêjeya wan xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine werin tayînkirin.
Divê êdî demildest mamosteyên Kurdî werin erkdarkirin.”
Kurdên li Stenbolê: Zimanê me Kurdî ye û em ji Kurdistanê ne
Li bajarê Stenbolê ya ku derdora 5 milyon Kurd lê dijîn, malbat dixwazin zarokên wan bi zimanê xwe werin perwerdekirin.
Welatiya bi navê Zubeydeyê got:
“Em dixwazin zarokên me li dibistanan zimanê xwe yê Kurdî hîn bibin lê ew derfet nîne.
Em dixwazin zimanê me serbest be û em li her derê bi zimanê xwe biaxivin.”
Welatiyê bi navê Omer Guneş jî bal kişand ser heman pirsgirêkê û got:
“Divê êdî ji bo zimanê me xebat werin kirin û zarokên me li dibistanan dersa Kurdî bibînin.
Dema ku li dibistanan mamosteyên Kurdî neyên tayînkirin dê zarokên me çawa dersa Kurdî bibînin?
Divê zarokên me dersa ku hilbijartine bixwînin.”
Xwendekarê Kurd Mihemedê 16 salî jî anî zimên:
“Her kes bi zimanê xwe dersan dibîne, em jî dixwazin bi zimanê xwe dersan bibînin.”
Ji 86 hezar xwendekaran re tenê çend kontenjan
Li gorî amarên Sendîkaya Egîtîm Bîr-Senê, di sala nû ya xwendinê de 86 hezar û 64 xwendekaran dersa vebijêrkî ya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) hilbijartiye lê Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê par tenê 6 kontenjan ji bo mamosteyên zimanê Kurdî veqetandibûn.
Li gorî agahiyan, îsal ji ber zêdebûna daxwaza li ser dersa Kurdî tê çaverêkirin ku 32 kontenjan ji bo mamosteyên Kurdî werin veqetandin.
Welatiya bi navê Xezalê got:
“Em dixwazin zimanê me jî wekî yê her kesî serbest be.
Neviyên min hene û bi Kurdî dizanin lê li dibistanan zimanê Kurdî nîne.”
Seyîd Evdila jî tekez kir ku nasname bi zimên ve girêdayî ye û wiha axivî:
“Ma têkoşîna me ne ji bo ziman û hebûna me ye?
Mirovê ku eslê xwe ji bîr bike nabe mirov.
Zimanê me Kurdî ye, em Kurd in û ji Kurdistanê ne.”
Welatiyê bi navê Şukru Altun jî got:
“Em di nav malê de bi Kurdî diaxivin.
Divê li dibistanan mamosteyên Kurdî dest bi wezîfeyê bikin û dewlet li dibistanan rê li ber dersa Kurdî veke.”
Tevî ku ev 2 sal in li dibistanên dewletê polên dersa Kurdî hatine vekirin jî nebûna mamosteyên fermî dihêle ku bi hezaran zarok ji vî mafî bêpar bimînin.
Li gorî saziyên Kurdî û malbatan, çareseriya bingehîn ji dersa vebijêrkî wêdetir misogerkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.


