Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Mehmet Fatîh Tançalanê ku wekî "Heyderê Reş ê Wanî" tê naskirin, polîsan li Stenbolê di nav du otomobîlan de dest danî ser 16 milyon û 440 hezar euro û 700 hezar dolarên Amerîkî.
Bihayê van pereyan bi giştî nêzîkî 934 milyon lîreyên Tirkî ye.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi tohmeta "spîkirina samanên ku ji tawanê hatine bidestxistin" li dijî Mehmet Fatîh Tançalan lêpirsînek dabû destpêkirin.
Di otoparkê de hatin veşartineh
Di çarçoveya vê lêpirsînê de, tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtî û Tawanên Rêxistinkirî ya Enqereyê (KOM) cihê pereyan tesbît kir.
Hat destnîşankirin ku pere li Taxa Maslakê ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê, di nava du otomobîlan de di otoparkekê de hatine veşartin.
Tîmên polîsan bi şev bi ser wê otoparkê de girt û di her du otomobîlan de dest bi lêgerînê kir.
Di encama lêgerînê de, di bagaja her du otomobîlan de ew pere hat dîtin.
Hêzên ewlehiyê her wiha dest danî ser her du otomobîlan û kesekî gumanbar jî desteser kir.
Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser çavkaniya van pereyan û pêwendiya wan a bi torên tawanê re didome.
Li Wanê hatibû girtin
Mehmet Fatîh Tançalanê ku li ser medyaya civakî wekî "Heyderê Reş ê Wanî" tê naskirin, 8ê Îlona 2026an li navçeya Bêgirê ya Wanê hatibû desteserkirin.
Ew piştre ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta "spîkirina pereyên reş" hatibû girtin.
Di heman demê de tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Tawanên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê bi ser mala hevjîna wî fenomena medyaya civakî Çagla Oz Tançalanê de jî girt û ew jî desteser kir.
Ji bo lêkolîna çavkaniya zêr û pereyên wî, ji Desteya Lêkolîna Tawanên Darayî (MASAK) raporek hat xwestin.
Ev lêpirsîn piştî daweta Heyderê Reş û Çagla Ozê dest pê kiribû ku li oteleke luks a Stenbolê hatibû lidarxistin.
Di wê dawetê de gelek karsaz û fenomenên navdar ên wekî Dîlan Polatê beşdar bûbûn.
Di merasîmê de bi kîloyan zêr li bûkê hatibûn kirin û dîmenên wê li ser torên civakî bi milyonan caran hatibûn temaşekirin.
Vê yekê jî li ser medyaya civakî nîqaşên mezin ên li ser çavkaniya vê serwetê derxistibûn holê.



