Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan wekî bersiva êrişên Amerîkayê yên li beravên Îranê, li Behreyn û Kuweytê armancên Amerîkayê bombebaran kiriye.
Supaya Pasdaran a Îranê li ser êrişên li dijî baregehên Amerîkayê yên li herêmê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Baregeha Şêx Îsaya li Behreynê, hinek depoyên ku parçeyên balafiran û çek tê de bûn bi dronan hatine lêdan.
Her wiha hat ragihandin ku li Baregeha Hewayî ya Elî Al-Salema li Kuweytê jî rampeyên dronên MQ9 bi dronan bûne hedef û hatine bêbandorkirin.
Supaya Pasdaran a Îranê destnîşan kir ku ev êriş wekî tolhildana êrişên Amerîkayê yên li beravên Îranê hatine kirin.
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe de gefeke tund jî xwar û ragihand ku heta êrişên Amerîkayê berdewam bikin, ew dê rê nedin ku ji herêmê petrol û gaza xwezayî were hinartin.
Amerîkayê berê ragihandibû ku wan ji bo lawazkirina şiyana Îranê ya li Tengava Hurmizê li gelek xalên leşkerî yên Îranê daye.



